‘HDP ji hilbijartinên heremî re amade ye’

  • 09:07 1 Mijdar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN – Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê Eylem Amak, derbarê nexşeya rê ya hilbijartina heremî de axivî û got ku HDP ji  hilbijartina heremî re amade ye.
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê Eylem Amak, derbarê nexşeya rê ya hilbijartina heremî de axivî. Eylem, anî ziman ku ew ê gund bi gund, tax bi tax, kolan bi kolan xebatên xwe bikin û HDP ji  hilbijartina heremî re amade ye.
 
Eylem, di destpêka axaftina xwe de bi lêv kir ku beriya çend salan dîsa hilbijartin hatine kirin û di wan hilbijartinan de 10 şaredariyên navçeyên Mêrdînê  û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi dest xisitne û wiha got: “Dema me şaredarî girtin bi tenê amanceke me hebû û ew jî ew bû ku em xizmeta gelê xwe bikin û heta ku qeyûm tayînî şaredariyên me hain kirin jî me ji gelê xwe re xizmet kir.  Piştî ku me şaredarî girtin. Bi tayînkirina qayiman dest danîn ser destkeftî  û îradeya gel. Ji ber ku gel ew hilbijartibûn, lê dewletê qayim tayîn kir û dest danî ser hemû tiştan. Her wiha hemû hevalên me yên ku di şaredariyan de dixebitîn ji kar avêtin. Ji aliyekî den ve jî dema şaredarî di destên me de bûn me gellek sazî vekiribûn, lê piştî  qayûm tayînî şaredariyê hat kirin hemû jî hatin girtin. Ez dixwazim bi taybetî li Mêrdînê di bin bangê şaredariyê de Serokatiya Daîreya Polîtîkayên jinan hatibû vekirin û ew jî ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Li şûna saziya mijara gotinê saziyeke din ji bo jinan  hat vekirin û ji bo serokatiyê mêrek hat tayînkirin. Hemû projeyên me desteserkirin û wekî yên xwe dan nîşandan."
 
'Qeyûm wekî dixebite xwe nîşan dide lê naxebite'
 
Eylem, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku piştî qayûm dest danî ser Şaredariyên DBP’ê li Mêrdînê wekî dixebite xwe da nîşandan lê tenê di warê dîtbarî de ji bo gel pê bixapîne hin tişt kirin. Dema şaredarî di destên me de bûn gel bi rehetî dihat û diçû. Lê niha di bin lêgerîna polîsan de derbas şaredariyê tên kirin. Welatî ji vê rewşê gelek ne rehet in. Gelek welatiyan jî ji ber qeyûm kargehên xwe girtin.  Ji ber ku qeyûm karê paqijiyê nake ji mêrdînê bîhna gelaşê tê.”
 
'HDP nexşerêyeke berfireh amade kiriye'
 
Eylem, di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku li pêşiya wan hilbijartina heremî heye û got ku dê di vê hilbijartinê de bi ser kevin û ev tişt got: “Ji bo gelê xwe em ê bi şev û roj kolan bi kolan, tax bi tax xebatên xwe bimeşînin. Bi taybetî em ê di vê hilbijartinê de xebatên xwe  bi hêztir bikin. Ji bo xebatên hilbijartinê me nexşeya rê xêz kir û em ê di çarçoweya wan bernameyan de bixebitin. Di  xebatên nexşeya rê ya me de me pêşî ji bo xebatê bingeh amade kir. Li ser vî bingehî em ê  em ê civînan bi gel re  bikin, serdana esnafa bikin, saziyên civakî yên sivîl ziyaret bikin, gund bi gund û tax bi tax xebatên xwe bidin meşandin. Her wiha ji bo hilbijartinê em komîsyonên xwe avadikin û saziyên me yên ku hene bi hêztir dikin. Bi taybetî jî em ê ji bo jinan bernameyên nû ava bikin. HDP’ê nexşerêyek xebatê ya xurt amade kiriye.”
 
Eylem wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li gelê xwe dikin ku bila hemû kes tevlî xebatên me bibin û em bi hev re xebatên xwe bi hêztir bimeşînin. Ger ku em xebatên xwe xûrtin bikin em ê di hilbijartinê de bi ser kevin. HDP ji hilbijartinê re amade ye.”