Xeyalên zaroka astengdar ên ku hatin talankirin
- 09:05 1 Mijdar 2018
- Rojane
Lîlav Elî
ŞEHBA - Zaroka astengdar a 12 salî ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê tevî malbata xwe li Şehbayê bi cih bûye bi tevger û nêrînên xwe diyar dike ku ew gelekî di bin bandora şer de maye û gelek xeyalên wê hatine talankirin.
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê bi hezaran kes mecbûr man ku koçî Şehbayê bikin. Zaroka astengdar a bi navê Hêvî Alo ku 12 salî ye û ji Gundê Gobekê yê Navçeya Mabeta ya Efrînê ye mecbûr ma ku bi malbata xwe li Şehbayê bi cih bibe. Dayika Hêviyê Narîman Hemo tîne zima ku dem dewleta tirk bombe li ser Efrînê dibarand Hêviyê bi serê xwe digirt û diqêriya û gelek xeyalên wan û zarokên wan bi dijwarî hatiye talankirin.
'Siberoja zarokên me kirin xetereyê'
Dayika Hêviyê Narîman Hemo bi lêv kir ku wan gelek êş û zehmetî kişandine û wiha got:"Du zarokên min hene. Yek 5 salî ye ya din Hêvî ya 12 salî ye. Hêvî dema ku xwedê da astengdar bû. Ji bo keça min baş bibe me ew li gelek bijîşkan gerand lê ew baş nebû. Dema Erdogan û çeteyên xwe êrîşî Efrînê kirin Hêviyê rewşa wê hîn xirab bû. Tirsek ket dilê wê. Niha hîn jî di bin bandora dengê tank û topan de ye. Ji bo ewlehiyê dema ku em ji Efrînê derketin berê em çûn naçveya Eşrefiyê. Ji ber ku wesayet kêm bûn min Hêvî li pişta xwe siwar kir. Piştre jî em derbasî Gundê Wehşiyê yê Kantona Şehbayê bûn. Heta em hatin Şehbayê me gelek êş û zehmetî kişand. Hêviyê dema ku bêîhmalkirin zû nexweş dikeve. Ji ber ku dewleta tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kir siberoja zarokên me kirin xetereyê."
'Li kampê em gelek zehmetiyan dikişînin'
Her wiha Narîmanê anî ziman ku ji ber Hêvî astengdar e ew li kampê gelek zehmetiyan dikişînin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji ber ku cihê serşokê dûr e heta ku ez Hêviyê dibim ji bo serê wê bişom ez gelek zehmetiyan dikişînim. Li kampê em gelek zehmetiyan dikişînin. Ji ber demsala zivistanê jî zarok bêtir nexweş dikevin. Em li vir di nava hemû zehmetiyan de tekoşîna jiyanê didin. Divê cîhan dengê me bibihîse û piştgiriyê bide vê berxwedana me."