Jinên li kampa Minbicê li berxwe didin

  • 09:03 1 Mijdar 2018
  • Rojane
Stêrvan Bêrîtan
 
MINBIC - Jinên ku li kampa Rojhilatê Minbicê bi cih bûne diyar kirin ku ew tevî şertên dijwar hewl didin ku li ser piyên xwe bisekinin û gotin ku ew hemû jinên li kampê bi hev re têkoşîna jiyanê didin.
 
Jinên ku li Kampa Rojhilatê Minbicê bi cih bûne û bi gelek zehmetiyên mezin rû bi rû ne banga alîkariyê kirin û gotin:"Em li kampê di nava şertên dijwar de dijîn û em li berxwe didin. Em dixwazin ku rêxistinên mafên mirovan jî piştgiriyê bidin têkoşîna me."
 
'Ji bo jiyanek bi rûmet em li berxwe didin'
 
Emel Abdu-Elrehman diyar kir ku ji bo ew debara xwe bike û mecbûrî kesekî nemîne di nava têkoşînekê de ye û wiha got:"Ez niha karê dirûtinê dikim da ku xwe xwedî bikim. Em û cîranê xwe bi hev re dibin alîkar da ku li ser piyan bimînin. Li vê kampê gelek kêmasî hene û zarokên me ji gelek mafên xwe yên jiyanî bêpar dimînin. Ji bo jiyanek bi rûmet em  li vir bi zarokên xwe li berxwe didin. Divê cîhan jî dengê me bibihîse û alîkariya me bike."
 
'Em li dijî dijwariyên demsalan jî têdikoşin'
 
Kewser Muhemmed jî wiha got:"Li vir havîn pir germ e, zivistan jî sar e. Em li dijî dijwariya demsalan jî têdikoşin. Em 15 kes in. Loma ji bo em debara xwe bikin me dikanek fêkiyan li kampê vekir. Em fêkiyan ji Minbicê tînin. Em li vir bi taybet wekî jin piştevaniya hevdu dikin û têkoşîna jiyanê didin. Banga me ji hemû jinên cîhanê ew e ku dengên me bibihîsin û alîkariya me bikin. Em li kampê di nava şertên dijwar de dijîn û em li berxwe didin. Em dixwazin ku rêxistinên mafên mirovan jî piştgiriyê bidin têkoşîna me."