YCR'ê êrîşên dewleta tirk şermezar kir

  • 16:02 31 Cotmeh 2018
  • Rojane
GIKÊLEGÊ - YCR'ê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî daketin qadan û ev yek şermezar kirin. 
 
Li navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) bi sedan ciwan derketin qadan û êrîşên dewleta tirk ê li ser Kobanê û Girê Spî şermezar kirin. Meşê ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û li kolanan dewam kir û dawiyê dîsa li Qada Şehîd Xebat hat rawestandin. Piştre ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre daxuyanî hat dayin. 
 
Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan Sozdar Îbrahîm ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em ê wekî ciwanên Rojava li dijî van êrîşana bisekinin û li berxwe bidin. Em nahêlin planên qirêj ên dewleta tirk bi cih were. Em bang li hemû ciwanan dikin ku li dijî êrîşên dewleta tirk serî hildin. Em bang li hemû sazî û dezgeyên navneteweyî dikin ku li dijî vê hovitiyê bêdeng nemînin."
 
Meş bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî YPG/YPJ" bi dawî bû.