KESK'ê bernameya xwe ya li dijî krîzê aşkera kir
- 15:01 31 Cotmeh 2018
- Rojane
ENQERE - KESK’ê bernameya xwe li dijî krîza aborî aşkere kir û got dê li dijî krîza aborî li gelek deveran mitîngan li dar bixe.
Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi sernavê “Em bi hev re li dijî xizanî, betalî û bêewlehiyê têbikoşin” li navenda giştî ya Tum Bel-Senê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û Aysun Gezen û rêveberên KESK’ê beşdarî civînê bûn.
Di daxuyaniya ku ji aliyê KSK'ê ve hat dayîn de bal hat kişandin ser rewşa aboriyê ya xerb û wiha hat gotin: “Îktîdar dibêje ‘krîza aborî nîne.’ Lê di hemû daneyên fermî de jî tê xûyakirin ku krîza aborî heye. Daneyên aboriyê didin îspatkirin ku aboriya welêt li berkendal e. Kedkaran mehkûmî xizanî û birçîbûnê kirin e. Her tişt tê zemkirin. Fatûreyên me zêde tên. Lê ji gel bac tê sitendin. Gelek kargeh ji ber rewşa nebaş tên girtin. Bêkarî zêde dibe. Em krîzê heta qirika xwe dijîn. Paşê jî hinek radibin dibêjin ‘krîz mirîz nîne.’ Heta peyva krîzê jî qedexe dikin. Ev jî dide nîşandan ku krîz heye.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê her ku diçe kûr dibe yek ji krîzên kapîtalîzmê ye û ev tişt hat goin: “Modela aborî ya rê li sermayeya malî ya navnetewî vedike bi lez têk diçe. Polîtîkaya aborî ya 16 salên AKP’ê vê têkçû her ku diçe kûrtir dike.”
Di dawiya daxuyaniyê de bernameya têkildarî krîza aborî bernameya saziyê hat aşkerakirin û dê di mehên pêşiya me de mîtîng bên lidarixstin û daxuyaniyên berfireh bêndayîn.