Bersûcê êrîşa zayendî ku hat berdan dîsa hat binçavkirin
- 13:35 31 Cotmeh 2018
- Rojane
TRABZON - Mêrê bi navê M.T. ku li dijî zarokê êrîşa zayendî pêk anî û li gel tişta hat jiyîn ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve jî hat qeydkirin ku li edliyeyê hat berdan li ser bertekan carekedin hat girtin.
Li Trabzonê dîmenê zaroka ku ji aliyê mêrê bi navê M.T. ve bi êrîşa zayendî re rûbirû ma ji aliyê kameraya ewlehiyê ya kargehekê ve hat kişandin. Piştî ku xwediyê kargehê dîmen ji polsan re ragihand M.T . hat binçavkirin û piştî ku derxistin dozgeriyê hat berdan. Lê ji ber bertekên li ser medyaya civakî M.T. hat binçavkirin û wê îro sewkî edliyeyê bê kirin.