'Em dixwazin civaka me xwe pêş bixe'
- 11:11 31 Cotmeh 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Mala Kooperatîfan a bajarê Til Temirê amadekariya vekirina Navenda Kelîmê ya dermanên xwezayî, dike.
Bi armanca pêşxistina aborî û tenduristiyê Mala Kooperatîfan a bajarê Til Temirê amadekariya vekirina Navenda Kelîmê ya dermanên xwezayî, dike.
Endama Rêveberiya Mala Kooperatîfan Sema Qadir axivî û wiha got:"Gel êdî xwe bi xwe dixwaze aboriya xwe pêş bixe taybet jinên herêmê. Projeya ku ji aliyê 8 jinên xwendekar ku zanîngeha Kîmyayê bi dawî kirine, hat pêşniyarkirin em ê têxin meriyetê. Jin dixwaze rol û misyona wê di pêşxistin û parastina aboriya civakê de ji nû ve zindî bibe. Em jî bi vê pojeyê re dibin alîkar çimkî armanca me ew e ku rola jinê di aboriyê de baştir bibe."
'Em dixwazin civaka me xwe pêş bixe'
Xwendekara bi navê Ayîşa Seyd Elî ku beşa Kîmyayê ya zanîngehê bi dawî kiriye wiha got:"Di demeke nêz de û piştî bidawîkirina amadekariyan, em ê mizgîniya vekirina Navenda Kelîmê ji gelê Til Temirê re ragihînin. Navenda Kelîmê xwedî cudahiyeke girîng e. Piştî vekirina navendê em dihizirin ku dermanên xwezayî jî çê bikin. Em