Mala Kooperatîfan civîn li dar xist
- 10:34 31 Cotmeh 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Mala Kooperatîfan derbarê Koopatîfa Çandiniyê ya ku di sala 2016'an de ji aliyê Meclisa Gel ve hatibû avakirin de civînek li dar xist.
Bi armanca diyarkirina encamnameya Kooperatîfa Çandiniyê de ku di sala 2016'an de ji aliyê Meclisa Gel a bajarê Til Temirê ve, hatibû avakirin de civînek hat lidarxistin. Di civînê de hat diyarkirin ku Kooperatîfa Çandiniyê ya ku beriya 3 salan hatibû avakirin peyama wê bi dawî dibe. Koopratîfa Çandiniyê ya ku di sala 2016'an de ji aliyê Meclisa Gel ve hatibû avakirin, di dawiya 2018'an de peyama wê ya ku ji bo 3 salan hatibû îmzekirin, bi dawî dibe. Di civînê de Endama Rêveberiya Kooperatîfê Sema Qadir axivî û got:"Ji bo em di warê azadiyê de pêş bikevin em di nava hewldanek mezin de ne. Rêber Apo dibêje 'Heger aboriya me ne azad be wê demê em jî ne azad in'. Em ê bi gel re her dem bibin alîkar û kooperatîfên nû vekin. Em ê avakirina kooperatîfan bidomînin û aboriya gel geş bikin."