'Li dibistanên YÎBO û îmam xetîban zarok bi êrîşên zayendî re rûbirû ne'

  • 10:04 31 Cotmeh 2018
  • Rojane
WAN -Endama Egitîm Sen'ê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, bal kişand ser Pergala Dibistanên Şevînî (YÎB) ya ku xwendekarar mecbûrî wê tên kirin û got ku bi pergala hat guhertin re xwendekar bi îstîsmara zayendî zewaca di temenê biçûk de û bi kedkariya di temenê zaroktî de rûbirû dimînin û got ku ew ê li dij îvê pergalê het dwî têbikoşin. 
 
Li Tirkiyeyê ji ber guhertinên di pergala perwerdeyê de li Wan, Colemêrg, Şirnex û li gelek bajarên din, zarokên xwendekar mecbûrî Dibistanên Şevînî yên Herêmî (YÎBO)  û îmam xetîban tên kirin. Endama Egitîm Sen'ê ya Wanê ku bi KHK'ê hat îxrackirin Gulcan Kaçmaz Sagyîgît bal kişand ser zahmetiyên ku zarokê ji ber vê guhertina pergalê dikişînin.
 
Gulcan diyar kir ku bi guhertinên dawîn yên di pergala perwerdê de hatin kirin dibistanên YÎBO'yê li zarokan hatine ferzkirin û wiha got: "Ji ber guhertina di pergala perwerdê de di bedêlêla derbasbûna pergala perwerdeya orte de azmûna derbasbûna lîseyê hat kirin. Bi ferzkirina vê ezmûnê re 90 hezar xwendekar ji derve hatin hişitin û li tu dibistanan nehatin bichkirin. Bi vê pergalê re tiştekî ku AKP bi awayê rêk û pêk dike heye. Lîseyên îmamxetîbê li xwendekaran hatin ferzkirin. Xwndekar li dibistaneke nêzî mala xwe li gorî navnîşanê tên qeydkirin. Her roj lîseyên îmamxetîbê tên zêdekirin. Bi taybetî jî zarokên malbatên xizan ji ber pirsgirêkên aboriyê zarokên wan mecbûrî îmamxetîban tên kirin."
 
'Kedkariya zarokan zêde dibe'
 
Gulcan anî ziman ku bi guhertina pergala perwerdeyê re cudakariya çînî tê kirin û ji ber vê jî zarokên malbatên xizan ji perwerdeyê tên dûrxistin. Gulcan wiha berdewam kir: "Dewlet her bi vê pesnê xwe dide; 'em ji bo perwerdê butçeyek zêde vediqetînin. Em evqas teşwîk didin dibistanên tayebt.'  Lê bi van dibistanên taybet re zarokên malbatên xizan ji perwerdeyê dûr tên xistin. Bi dûrxistina zarokan ji perwerdê kedkariya zarokan û zewicandina wan jî zêde dibe."
 
"Îktîdara AKP'ê ya 16 salan îstîsmara zarokan zêde kir'
 
Gulcan destnîşan kir ku bi polîstîkayên pergala perwerdeyê re îstîsmara zarokan zêde bûyer û ev tişt got: "Bi îktîdara AKP'ê re êrîşên zayendî yên li dijî zarokan û îstîsmarkirina wan zêde  dibe .Ev jî dîsa ji ber polîtîkayên çewt ên AKP'ê ye.  Mînaka vê ya herî berbiçav jî êrîşên zayendî ên li Wekqfa Ensar in. Li vê Weqfê gelek zarok bi tecawizê û êrîşa zayendî re rûbirû hatin hiştin. Li dijî vê di warê hiqûqî de ewlehî nehat girtin. Di bedêla ku tecawizkar bên darizandin de wezîra AKP'ê got 'Ji carekê tiştek nabe' û êrîş rewa kirin."
 
'Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê rewa ye'
 
Gulcan bal kişand ser girîngya perwerdeya bi zimanê dayikê jî û wiha got: "Nedayîna perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo me piroblema herî girîng e.  Bi salan e wekî Egitîm Sen'ê em li dijî vê bêhiqûqiyê têdikoşin. Perwerdeya bi zamanê dayikê mafê herî rewa yê zarokan e û wekî şîrê dayikê li wan helal e.  Lê lidijî vê li Tirkiyeyê astengiyên mezin hene. Pergal ji bo vê gaveke şênber jî navêje. Divê astengiya li pêşiya perwerdeya zimanê dayikê li Tirkiyeyê bê rakirin. Em ê bi malbatên xwendkara û bi xwendekarên xwe re heta tawiyê li dijî vê bêhiqûqiyê têkoşîna xwe berdewam bikin."