Li Girkêlegê jinek hat qetilkirin
- 09:13 31 Cotmeh 2018
- Rojane
GIRKÊLEGÊ - Li Gundê Sêgira yê girêdayî navçeya Girkêlegê jina ciwan a bi navê Eyitan Reşîd Xelav ji aliyê birayê xwe Husên Reşîd Xelev ve hat qetilkirin.
Li Gundê Sêgira yê girêdayî navçeya Girkêlegê jina ciwan a bi navê Eyitan Reşîd Xelav ji aliyê birayê xwe Husên Reşîd Xelev a 26 salî bi du guleyên çekên ve hat qetilkirin. Husên Reşîd Xelev û hevjînê Eyitanê Xelîl Şahîn hatin girtin.
Piştî qetilkirina Eyitanê asayişên jin ketin nav lêpirsînê û tevgerê. Niha jî ev lêpirsîn didome.