Leyla Bozkurt: Em ê di hilbijartinan de bersivê bidin operasyonan

  • 09:12 31 Cotmeh 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê Leyla Bozkurt derbarê operasyonên qirkirina siyasî de axivî û got ku dê tu zext û zordarî wan nede sekinandin û diyar kir ku dê di hilbijartinan de bersivê bidin operasyonên qirkirina siyasî.
 
Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ya Bajarê Mêrdînê Leyla Bozkurt derbarê operasyonên qirkirina siyasî de axivî û da zanîn ku operasyonên qirkirina siyasî yên ku di sala 2009’an de hatibûn kirin û yên îro bi heman armancê hatine kirin û got ku ew ê di hilbijartinên herêmî de bersiva operasyonan bidin. 
 
Leyla, di destpêka axaftina xwe de got ku operasyonên qirkirina siyasî ji bo wan ne tiştekî nû ye  û wiha berdewam kir: “Îktîdara AKP’ê kengî tengav bibe operasyonên qirkirina siyasî li dijî siyasetmedarên kurd dide destpêkirin. Niha li Tirkiyeyê krîza aborî heye û gihiştiye rewşeke gellek giran. Hikûmet ji bo rojevê biguhere ev operasyonên qirkirina siyasî dan destpêkirin. Hikûmeta AKP'ê  dema di rewşeke xirap de be tim serî li vê rêyê dide.  Em niha gellek baş dizanin ku partiya herî xurt a muxalîf HDP ye. Ji bo ku vê muxalefetê bidin sekinandin dest bi oparasyonan dikin û siyasetmedaran digirin. ”
 
Operasyon bi heman armancê hatine kirin
 
Leyla, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî yên di sala 2009’an de hatibûn kirin û wiha got: “Di dema Operasyonên li dijî KCK’ê de operasyonên qirkirina siyasî yên ku  hatibûn kirin yên ku vê demê hatin kirin bi heman aramancê hatine kirin. Wê demê di bin navê KCK’ê de siyasetmedar hatin girtin û bêhiqûqî hatin darizandin. Operasyonên ku niha hatine kirin jî bi heman aramancê hatine kirin. Lê HDP muhalefeteke gellek bi hêz e û dixwazin prestîja wê tune bikin û ji gel pasîf bidin nişandan.”
 
‘Di qada siyasî de dixwazin hêza jinê têk bibin’
 
Leyla, di dawiya axaftina xwe de got ku operasyonên qirkirina siyasî de êrîşa herî mezin li dijî jinan hatiye kirin û diyar kir ku îktîdar dixwaze jinan di malê de hepis bike. Leyla, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di qada siyasî de dixwazin jinan bê hêz bihêlin û pergala mêran serwer bikin. Di qada siyasî de hêza jinan dibînin û ev sekina jinan wan ditirsîne. Ji ber ku ew gellek baş dizanin ku dê jin tu carî tavîzê nedin. HDP di vî aliyê de gellek zêde cih dide jinan. Em ê tu carî li dijî van operasyonên qirkirina siyasî bêdeng nebînin û em ê li hemberî van operasyonên qirkirina siyasî bêdeng nemînin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”