'Divê em hemû bi hev re li dijî sûcê mirovatiyê bisekinin'

  • 09:11 31 Cotmeh 2018
  • Rojane
Viyan Seîd/ Nûpelda Têkoşîn
 
ŞENGAL - Jinên Şengalê xwestin ku ji bo Êzidiyên hîn di destên çeteyên DAÎŞ'ê de ne têkoşînek hevpar bê avakirin û gotin:"Divê em hemû bi hev re li dijî sûcê mirovatiyê bisekinin. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî divê li dijî pêkanînên çeteyan bi seknek bihêztir bisekinin û ji bo Êzidiyên di destên çeteyan bên rizgarkirin têkevin nava hewldanek xurt. "
 
Çeteyên DAÎŞ'ê dema ku êrîşî Şengalê kirin bi hezaran jin revandin, li bazaran firotin, îşkence li wan kirin. Hîn gelek jin di destên çeteyan de ne û gelek jê aqubeta wan jî ne diyar e. Têkildarî mijarê de jinên  Êzidî axivîn û gotin:"Em dixwazin kesên ku sûcên mirovatiyê dikin bên cezakirin û hemû cîhan li dijî kesên ku sûcên mirovatiyê dikin bisekinin."
 
'Divê hemû cîhan hesabê vê yekê bikaribe bipirse'
 
Jina bi navê Şemê Derwêş anî ziman ku ew ji bo xizmên xwe yên di destên DAÎŞ'ê de ye rizgar bikin her di nava hewldanê de ne û wiha got:"Bi salan e ku dixwazin Êzidiyan tune bikin. Bi hezaran Êzidî qetil kirin û îşkence li wan kirin. Ev bê edaletiyek mezin e nayê qebûlkirin. Hêzên QSD'ê gelek Êzidî ji destên çeteyan rizgar kirin û gelek jî hîn di destên çeteyan de ne û gelek aqubeta wan ne diyar e. DAÎŞ'ê gelek kes ji malbata min qetil kirin. Divê hemû cîhan hesabê vê yekê bikaribe bipirse." 
 
'Em jiyanek azad û wekhev dixwazin'
 
Hane Elyas jî da zanîn ku divê her kesên ku sûcên mirovatiyê dikin bên darizandin û wiha got:"Me gelek zor û zehmetî ji destên çeteyan kişandin. Berî ku çete êrîş bikin jî em bi gelek pêkanînên dijmirovî rû bi rû mane. Divê êdî neyartiya li dijî Êzidiyan bi dawî bibe. Em jiyanek azad û wekhev dixwazin. Em dixwazin ku Êzidiyên hîn di destên DAÎŞ'ê de ne bên rizgarkirin."
 
'Divê em hemû bi hev re li dijî sûcê mirovatiyê bisekinin'
 
Suad Hisên destnîşan kir ku ji malbata wê jî kesên di destên DAÎŞ'ê de hîn hene û got ku divê ji bo bên rizgarkirin hemû kes seferber bibin û wiha got:"Divê em hemû bi hev re li dijî sûcê mirovatiyê bisekinin. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî divê li dijî pêkanîn çeteyan bi seknek bihêztir bisekinin û ji bo Êzidiyên di destên çeteyan bên rizgarkirin têkevin nava hewldanek xurt. Em dixwazin kesên ku sûcên mirovatiyê dikin bên cezakirin û hemû cîhan li dijî kesên ku sûcên mirovatiyê dikin bisekinin."