Bedia Ozgokçe: Li girtîgehan sûcê mirovatiyê tê kirin

  • 09:09 31 Cotmeh 2018
  • Rojane
WAN - Bedia Ozgokçe ya HDP'î diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan û tehdîdên mirinê ji polîtîkayên dewletê ne cuda ye û got:"Heger civak xwedî li girtiyan dernekeve dê Tirkiyê bêtir bibe girtîgehek, girtî."
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Bedia Ozgokçe binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan nirxand û got ku AKP'ê maseya çareseriyê qeliband û niha di mijara şer de israr dike. 
 
Bediayê bi lêv kir ku binçavkirin, operasyonên girtinê, pêkanînên fîşkirinê konseptek îşkenceyê ye û wiha got:"Em polîtîkayên ku gelekî tune dike rû bi rû ne. Ev polîtîkayên herî giran jî li girtîgehan dikeve meriyetê. Li Burhaniyeyê, Xarpêtê, Patnosê û li Wanê gelek binpêkirinên mafên mirovan asta îşkenceyê radixîne pêş çavan. Lêgerîna tazî, komkirina weşanan, êdî bûne karên rojane. Hemû tiştî hewl didin ku bi hinceta 'ewlehiyê' rewa bikin."
 
'Êrîş ji dewletê ne cuda ye'
 
Bediayê da zanîn ku Figen Şahin a ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Burhaniyeyê girtîye bi mirinê hatiye tehdîtkirin û wiha domand:"Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Wanê 4 girtî ketin greva birçîbûnê. Gelek  caran girtine ser koguşên jinan, hatine derbikirin. Ev êrîş ji dewletê ne cuda ye."
 
'Dewlet sûcê mirovatiyê dike'
 
Bediayê da zanîn ku wan gelek caran serîlêdana sûc kirine lê ev yek bi encam nebûye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewlet vê yekê bi awayekî sîstematîk û aşkere dike. Dewlet sûcê mirovatiyê dike. Divê li dijî van pêkanînên dijmirovî têkoşînek hevpar bê kirin. Heger civak xwedî girtiyan dernekeve dê Tirkiyê bêtir bibe girtîgehek, girtî."