Parêzer Meliha Selvî: Îktidar dibêje 'terorist' hiqûq dibêje 'rojnameger'

  • 09:07 31 Cotmeh 2018
  • Rojane
Sibel Özalp-Melike Aydın
 
ÎZMÎR - Muşavira Hiqûqê ya TGS'ê Parêzer Meliha Selvî binpêkirina mafên mirovan a li dijî rojnamegeran, dozên ku hatine vekirin û girtinên rojnamegeran nirxand û got:"Îktidar çawa bi nav dike ji bo me ne girîng e. Kesên ku ji ber nûçeyên amade dikin wekî 'terorîst' ji aliyê îktidarê ve tên binavkirin. Em rojnamegeran wekî 'rojnameger' pênase dikin ne 'terorist'."
 
Rojnamegerên ku ji bo rastiyê ragihîne gel hewl didin ji ber karê xwe ji aliyê îktaran ve ji ber sûcên "endamtiya rêxistinê", "Rêvebertiya rêxistinê" û "propagandayê" tên darizandin. Muşavira Hiqûqê ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Parêzer Meliha Selvî binpêkirina mafên mirovan a li dijî rojnamegeran, dozên ku hatine vekirin û girtinên rojnamegeran nirxand û got:"
 
'Mafê agahdarbûyinê ji gel tê girtin'
 
Melihayê da zanîn ku çapemeniya tirkiyeyê ketiye nava destên îktidarê û wiha got:"Ji ber çapemenî niha di destên yek kesî de ye loma mafê agahdarbûyinê ji gel tê girtin. Rojnameger bi awayekî dijhiqûqî tên girtin û darizandin. Gelek rojnameger jî ji kar hatin avêtin û niha gelek jê bê kar mane. Ev neheqiyek mezin e."
 
'Ji bo çi rêxistinbûyina sendîkal pêwist e?'
 
Melihayê bi lêv kir ku çapemeniya yekperest tenê propagandaya îktidarê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo rojnameger xwe li dijî neheqiyan biparêze û bikaribe bi hev re xwe biparêzin loma rêxistinbûyina sendîkal girîng e. Divê rêxistinbûyin ji bo hemû pîşeyan bê kirin. Ev yek ji bo gel bi awayekî azad mafê ragihandinê bi dest bixe girîng e. Rêxistinbûyin û demokrasî gelekî girîng in."