Destên bi şifa yên jinê

  • 09:05 31 Cotmeh 2018
  • Rojane
Stêrvan Bêrîtan
 
MINBIC - Jina bi navê Emşa Hemîd ku hestiyên mirovan ên ku ji cihê xwe derketiye dixe cih û piştre derman dike got ku ew dema ku vî karî dikê gelek bextewar dibe. Çimkî ew girîngî û taybetmendiyê dide tenduristiya mirovan. 
 
Jina bi navê Emşa Hemîd a 50 salî ku ji Gundê Cideydê yê Minbicê ye û hestiyên mirovan ên ku ji cihê xwe derketiye dixe cih û piştre derman dike diyar kir ku destên jinê ji dîrokê heta niha her bi şifa ye û got ku ji bo tenduristiya mirovan hemû kes divê her di nava hewldanekê de bin. Ji ber ku bingeha jiyanek xweş tenduristiya baş e. 
 
'Divê em hemû mirov ji rewşa hev a baş şad bibin'
 
Emşayê diyar kir ku ji her welatî mirov tên gel wê û wiha got:"Ez, xwişk û birayê xwe ji bavê xwe hîn bûn ku hestiyên mirovan ên ji cihê xwe derketiye têxin cihê wê û derman bikin. Ji ber vê yekê gelek mirov ji welatên wekî Lubnan, Erebîstana Sûûdî û Urdunê tên da ku ez wan baş bikim. Ev yek min gelek bextewar dike. Dema ku ez mirovekê yan jî mirovekî baş dikim ez jî xwe baş hês dikim. Divê em hemû mirov ji rewşa hev a baş şad bibin." 
 
'Destên jinê ji dîrokê heta niha her bi şifa ye'
 
Emşayê destnîşan kir ku destên jinê ji dîrokê heta niha her bi şifa ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez gelekî girîngî û taybetmendiyê didim tenduristî û rewşa mirovan. Çimkî bingeha jiyanek xweş tenduristiya baş e. Loma divê em hemû jin û civak di warê tenduristiyê de çi ji destên me bê em bikin. Jiyan bi vî rengî xweş û geş dibe."