ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2018'AN

  • 09:00 31 Cotmeh 2018
  • Rojev
*Têkoşer Bêrîvan Azad û Mêlîtan Dêrikî ku cihê xwe di nava berxwedana Kobanê de girtine têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Bi Kobanê ya Cîhanê gotin:"Bi saya yekîtî û lehengiya gelê Kurd li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê li Kobanê serkeftinê mohra xwe li dîrokê xist. Em her ji bo serkeftinên nû li berxwe bidin." DÎMEN HEYE
 
*Derbara qeyrana siyasî ya li Sûriyeyê Berdevka Rêxistina Jinan a PYD'ê Sîlvana Elî diyar kir ku ji bo çareseriya qerana Sûriyeyê biryarek hevpar pêwist e û got:"Di mijara çareserkirina aloziya Sûriyeyê de divê jin jî bi îradeyek azad beşdar bibin. Lê kesên ku ji bo berjewendiyên xwe biparêzin qaşo ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê dicivin. Qeyrana Sûriyeyê li ser bingeha berjewendiyan çareser nabe. Ev qeyran ancax bi hêz û îradeya jinê ya azad çareser bibe."
DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Emşa Hemîd ku hestiyên mirovan ên ku ji cihê xwe derketiye dixe cih û piştre derman dike got ku ew dema ku vî karî dikê gelek bextewar dibe. Çimkî ew girîngî û taybetmendiyê dide tenduristiya mirovan.DÎMEN HEYE
 
* Muşavira Hiqûqê ya TGS'ê Parêzer Meliha Selvî binpêkirina mafên mirovan a li dijî rojnamegeran, dozên ku hatine vekirin û girtinên rojnamegeran nirxand û got:"Îktidar çawa bi nav dike ji bo me ne girîng e. Kesên ku ji ber nûçeyên amade dikin wekî 'terorîst' ji aliyê îktidarê ve tên binavkirin. Em rojnamegeran wekî 'rojnameger' pênase dikin ne 'terorist'."DÎMEN HEYE
 
*Bedia Ozgokçe ya HDP'î diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan û tehdîdên mirinê ji polîtîkayên dewletê ne cuda ye û got:"Heger civak xwedî li girtiyan dernekeve dê Tirkiyê bêtir bibe girtîgehek, girtî."DÎMEN HEYE
 
*Jinên Şengalê xwestin ku ji bo Êzidiyên hîn di destên çeteyên DAÎŞ'ê de ne têkoşînek hevpar bê avakirin û gotin:"Divê em hemû bi hev re li dijî sûcê mirovatiyê bisekinin. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî divê li dijî pêkanînên çeteyan bi seknek bihêztir bisekinin û ji bo Êzidiyên di destên çeteyan bên rizgarkirin têkevin nava hewldanek xurt. "
 
*Endama HDP’ê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê  di derbarê mijara efuyê de axivî û diyar kir ku ger sûcdarên tacîz û tecawizê bên berdan dê welat ber bi rewşekî xirap ve here. Her wiha Leyla, da zanîn ku divê efû ji bo kesên fikrên xwe yên azad gotine û girtîgehan de ne re bê dayîn. BI DÎMEN
 
*-Endama Egitîm Sen'ê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, bal kişand ser Pergala Dibistanên Şevînî (YÎB) ya ku xwendekarar mecbûrî wê tên kirin û got ku bi pergala hat guhertin re xwendekar bi îstîsmara zayendî zewaca di temenê biçûk de û bi kedkariya di temenê zaroktî de rûbirû dimînin û got ku ew ê li dij îvê pergalê het dwî têbikoşin. BI DÎMEN
 
*Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Unsal bal kişand ser perspektîfên Abdullah Ocalan û wiha got: "Bi perspektîfa birêz Abdullah Ocalan a 'Neteweya Demokratîk' perspektîfa ku hemû gel li Kobanê bi hev re bijîn derket holê. Perspektîfa Neteweya Demokratîk li Kobanê bi beden bû." BI DÎMEN