Parêzeran ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan serlêdan kirin

  • 14:53 30 Cotmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muvekilê xwe re hevdîtin bike cara 759’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Raziye Turgut, bi armanca bi muvekkilê xwe re hevdîtinê bikin cara 759’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha her dem bi îdîaya “muxalefeta hewayê heye" “koster xera be ye",  “koster di tamîrê deye" “OHAL”  û "Rastî cezayê dîsîplinê hatiye" rastî astengî û qedexeyan tê.