Bi hatina demsala zivistanê li Şehbayê jiyan dijwartir dibe

  • 13:28 30 Cotmeh 2018
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kampa Serdemê Xaliya Muhemed diyar kir ku bi hatina zivistanê rewşa gelê Efrînê yên ku li Şehbayê di konan de bi cih bûne dijwartir bûye û banga hestiyariyê ji bo hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir. 
 
Bi hatine demsala zivistanê li Kampa Serdemê ya li Şehbayê jiyan her ku diçe dijwartir dibe. Têkildarî mijarê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kampa Serdemê Xaliya Muhemed wiha got:"Ji ber ku mirovên li Kampa Serdemê di konan de dijîn dema ku baran dibare av dikeve nava kon û ev yek dibe sedema zehmetiyên mezin. Her wiha ji ber sermayê nexweşî jî belav dibin. Divê di vê mijarê de rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî têkevin nava tevgerê." 
 
'Herî zêde zarok nexweş dikevin'
 
Xaliyayê anî ziman ku ji ber derfetên kêm herî zêde zarok nexweş dikevin û wiha got:"Hêzên ku tenê berjewendiyên xwe difikirin dixwazin ku gelê li Şehbayê li dijî zehmetiyan serî bitewînin û Şehbayê vala bikin. Lê gelê li Şehbayê tevî hemû zehmetiyan li berxwe didin. Ji ber derfetên kêm û hatina zivistanê ev rewş dijwartir dibe. Divê cîhan têkoşîn û dengê gelê li Kampên Şehbayê dijîn bibihîsin."
 
'Divê hemû cîhan dengê berxwedana gelê li Şehbayê bibihîse'
 
Xaliyayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Kesên ku dibêjin em ji bo mirovatiyê xizmetê dikin divê berê dengê gelê li Şehbayê bibihîsin û berê bidin Şehbayê. Hemû cîhan baş dizane ku gelê Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne ji bo parastina rûmeta xwe li ber xwe dide. Divê hemû cîhan dengê berxwedana gelê li Şehbayê bibihîse.