Di binçavan de îşkence

  • 12:40 30 Cotmeh 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê polîsan di serdegirtina malan de 13 kes binçav kirin û di serdegirtina  malan de kesên hatine binçavkirin û malbatên wan îşkence bi wan hatine kirin.  
 
Li Mêrdînê beriya du rojan polîsan di saetên serê sebehê de di ser gelek malan de girtin û 13 kes kirin bin çavan. 13 kesên ku hatine binçavkirin nayê zanîn ku bi kîjan hincetê hatine binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin; Selîm Çinar, Emîn Toprak û 11 kesên ku hatine binçavkirin jî navê wan hîn ne diyar e.
 
Polîsan di saetên serê sibehê de li ser mala welatiyê bi navê Selîm Çinar de girt, pêşî deriye mala wan şikandine û piştre hemû malbatê deverû li erdê dirêj kirine û çek danîne ser serê wan. Xweşka Selîm Çinar a ku seqet e bi nigên xwe pê li wê kirine û li ber çavên zarokan di malê de polîsan îşkence bi Selîm Çinar kirine.
 
Selîm Çinar ê ku piştî lêgerîna malê pêşî birin Midûriyeta  Polîsan a Qoserê îfadeya wî bigirin. Parêzerê Selîm anî ziman ku di bin çavan de gelek zêde îşkence bi Selîm kirine û hemû bedena wî reş  bûye.Polîsan piştre Selîm Çinar birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê û li bendêne ku îro derbikeve dadgehê.
 
Kesê bi navê Emîn Toprak jî hîn di bin çavan de ye.