Ji bo zarokên Efrînê dibistan hat vekirin
- 11:32 30 Cotmeh 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Til Temirê ya Kantona Hesekê ji bo zarokên Efrînê dibistan vekir.
Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Gundê Til Nesrî ya Til Temirê ya Kantona Hesekê ji bo zarokên Efrînê yên dibistana seretayî dibistan vekir. Hejramara zarokan dora 60'î ye. Dê ji bo dibistanê 7 mamoste ji bo niha bên peywirdarkirin.
Nûnera Dibistana Til Nesrîyê Zeyneb Nasir diyar kir ku ew ji bo bextewariya zarokan her di nava tevgerê de ne û wiha got:"Em nahêlin siberoja zarokan tarî bibe û em ji bo wan her dem dixebitin. Em hêvî dikin ku zarokên me ew ê bi perwerdeyek baş amadekariya xwe ya siberojê bikin."