Pêşengeha karê destên zarok ên astengdar

  • 09:16 30 Cotmeh 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Desteya Jinê ya Kantona Qamişloyê pêşengeha karê destên zarok ên astengdar hat lidarxistin.
 
Bi pêşengtiya Desteya Jinê ya Kantona Qamişloyê û bi alîkariya  mamosteyên Baxçeyê Cîhana Zarokan li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê pêşengeha karê destên zarok ên astengdar hat lidarxistin.  
 
Bi tevlîbûna tevahî sazî û dezgehên sivîl û rêveberyên xweser. Her wiha bi amadebûna Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîna Omer pêşangeh hat lidarxistin. Di destpêkê de Mamosteya Cîhana Zarokan Xezal Iniz vekirina pêşangehê pîroz kir û got ku zarok siberoja gelan a azad e loma divê hemû kes li zarokan xwedî derkevin. 
 
Her wiha Endama Rêveberiya Desteya Jinê ya Kantona Qamişloyê Roken Ehmed  got; " Em vekirina vê pêşengehê û keda destên van zarokan pîroz dikin. Her wiha em sipasiya mamosteyên ku alîkariya zarokan kirin jî dikin. Zarok ji bo civakê û ji bo cîhanê gelek girîng in. Zarok heger baş bên perwerdekirin û xwedî lê bê derketandin ew ê ev yek ji bo cîhanek aram gelek baş be. Em ê li zarokên xwe xwedî derkevin."
 
Paşê pêşengeh ji aliyê zarokan ve hat vekirin, her wiha selevizyoneke karê destên zarokan pêşkêş kirin.
 
Di dawiyê de jî şêranî li zarok û hemû kesê amade hat belavkirin.