Beriya hilbijartinên herêmî şevneşîn hatin hilweşandin

  • 09:12 30 Cotmeh 2018
  • Rojane
Dîlan Babat /Habîbe Eren 
 
ENQERE - Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê beriya hilbijartinên herêmî 40 şevneşîn û bereqeyên li Newala Dîkmenê hilweşand. Yaylagul Çali ya nexweşa pençeşêrê ye û xaniyê wê hat hilweşandin bi 3 zarokên xwe yên astengdar re li kolanê man.
 
Beriya hilbijartinên herêmî li gelek herêmên Enqereyê şevneşîn hatin hilweşandin. 40 şevneşîn û bereqeyên li Newala Dîkmenê ji aliyê şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ve hat hilweşandin.Herî dawî li taxa Fahrî Koruturk a Mamakê tevî ‘efûya îmarê’ gelek şevneşîn hatin hilweşandin û destûr nedan malbatan ku alavên xwe jî derbixin.
 
Piranî malbatên li Newala Dîkmenê di şevnîşanan de dijîn, ji malbatên ku ji Dîlokê koç kiribûn pêk dihat. Malbatan bi karkeriya kaxizên bermayî debara xwe dikirin û li aliyê din jî di nav şert û mercên dijwar de dijîn. Malbatên piştî hilweşînê hatin ku alavên xwe xilas bikin, diyar kirin ku cihê ku bimînin tune ye û ji mexduriyeta xwe şaredarî û hikûmet berpirs dît.
 
‘Nemabû bi ser me de hilweşandana’
 
Jina bi navê Arzu Kaya diyar kir ku xaniyê wê yê 10 sal bû tê de dijiya bêyî hincet hatiye hilweşandin û got: “Em ji neçariyê li kolanê man. Piştî hilweşînê em hatin ku hesinên kavilê xaniyê xwe kom bikin. Dema hatin xanî hilweşînin tiştek negotin. Nemabû xanî bi ser me de hildiweşandina. Em niha yên mane kom dikin. Ji neçarî em ê çend rojan di nav van kavilan de bimînin. Şaredariyê alîkarî neda me. Dema dengan jî tê, behsa xwe dikin. Em vê zivistanê li kolanê hiştin.”
 
Xanî hat hilweşandin wê zarok nikaribin biçin dibistanê
 
Arzuyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku piştî xaniyê wan hatiye hilweşandin, divê neqla kurê xwe bibe dibistanek din û got niha dibistanên din jî kurê wê nagirin û di her alî de mexduriyetê dijîn.
 
‘Li şûna alîkarî bidin, talîmata hilweşînê didin’
 
Jina bi navê Yaylagul Çali nexweşa pençeşêra pêsîrê ye û 3 zarokên wê jî hene. Yurdagulê ev tişt bi lêv kir: “Çend roj şûnde ez ê emelyet bibim. Ji bo em ji vir derkevin heta roja duşemê destûr dan. Li şûna alîkariyê bidin me talîmata hilweşînê didin. Me çi kir gelo me ji vir derxistin. 5-6 mehan jî destûr nedan. Qe nebûya heta wê demê me yê xanî bidîta. Em li vir tî û birçîne. Em ji çopê tiştek bibînin tînin.”
 
‘Piştî emelyetê ez ê li ku bimînim’
 
Yurdagulê destnîşan kir ku keça wê ya 10 salî jî ji şaneşînê ketiye ser hesinan û niha li malê razaye û wiha pê de çû: “Em wisa birçî hiştin. Em bi nexweşiyê re têdikoşin. Ez ji dewletê tu alîkariyê nagirim. Şert û mercên jiyana me pir zehmet in. Vir jî ji me re zêde dibînin. Divê demildest mexduriyeta me çareser bikin. Ez ê piştî emelyetê çi bikim?”