Li girtîgeha Bayburtê dîsa binpêkirina mafan

  • 09:11 30 Cotmeh 2018
  • Rojane
ENQERE - Xizmek girtîyê li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê diyar kir ku her tim bi ser koguşa girtiyan de tê girtin û cezayê hucreyê li wan tê birîn û hefteyê du caran serê kesekî satilek ava germ tê dayîn, hewcedariyên wan ên sereke nayên dayîn.
 
Binpêkirina mafan a li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê berdewam dikin. Xizma girtiyekê ku ji ber ewlehiyê navê xwe neda diyar kir ku çûye hevdîtina keça xwe ya li girtîgehê û binpêkirinên mafan ên li wir tên jiyîn vegot.
 
‘Her tim bi ser koguşan de tê girtin, ceza tên birîn’
 
Dayika girtiyê diyar kir ku pirsgirêkên paqijiyê tê jiyîn û wiha pê de çû: “Midûrekî nû hatiye tayînkirin û bi vê re jî binpêkirin û zext zêde bûne. Zarokên me bi mehane bi nûnerên girtîgehê re nikarin hevdîtinê bikin. Pirsgirêkên xwe ji dozger re dibêjin lê encamek nayê bidestxistin.”
 
Di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku girtî ji ber li ser piyan jimartinê qebûl nakin rastî cezayê hucreyê tên û wiha dawî lê anî: “Cezayê hucreyê yê 3 rojan tê dayin. Her girtiyek bi mehan cezayê wan ê hucreyê çê bûye. Hinek girtî niha di hucreyê de ne. Xwarinên xwe nikarin ji kantînê bigirin. Ji ber gelek biha ye. Pirsgirêka avê dijîn.Hefteyê du caran serê kesekî satilek ava germ tê dayîn. Ev jî têrî wan nake. Hefteyê 5 kovar û 5 pirtûkan didin. Hevdîtin jî ji saetekê daxistine 40 deqeyî.”