Rewşa girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe
- 09:07 30 Cotmeh 2018
- Rojane
MÊRDÎN – Malbatên girtiyên nexweş ku li girtîgeha Şakranê ya Jinan dimîn diyar kirin ku roj bi roj rewşa tendirûstiya nexweşan ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê xirabtir dibe û banga hestiyariyê kirin.
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê girtiyên nexweş her ku diçe rewşa wan girantir dibe. Dayika bi navê Mevlûde Baştaş(60) a ku beriya 3 salan ji ber bi gellek kesî re çû Çiyayê Bagokê û li wir çalakiya mertalên zindî dan destpêkirin, li gel bi dehan kesên li wê hat binçavkirin. Mevlude Beştaş a ku piştî salekê bi hinceta “Propagandaya Rêxistinê kiriye” 4 sal û 3 meh ceza lê hat birîn niha di Girtîgeha Jinan a Şakranê de tê girtin û tendirustiya wê roj bi roj ber bi xirabûnê ve diçe. Keça Mevlûde, Mekiye Yapiştiran derbarê rewşa dayika xwe de axivî û got ku rewşa tendirûstiya dayika wê nebaşe û xwest ku demildest dayika wê bê berdan.
Mekiye, diyar kir ku dayika wê bi hinceta “Propagandaya Rêxistinê” 4 sal û 3 meh ceza girtiye û wiha got: “Dayika min beriya bi 3 salan ji bo azadiyê bi gellek kesî re ji bo bibe mertala zindî çû Çiyayê Bagokê û li wê bi gelek hevalên xwe re hat binçavkirin û carekedin berdan. Lê lêpirsîna dayika min berdewam dikir û piştre cezayê wê hat qebûlkirin û dema li Antalyayê çû nexweşxaneyê hat girtin. Dayika min temenê 60 salî ye û nexweş e. Divê dosyaya dayika min biçûya ji darazê re û di nava 5 salan de li ser lêpirsîn bihata kirin. Lê cezayê dayika min di nava salekê de hat erêkirin.”
‘Dayika min hem nexweşe û hem jî rastî zextan tê’
Mekiye, bi lêv kir ku beriya çend rojan çûye hevdîtina dayika xwe û got ku rewş adayika wê di girtîgehê de nebaşe. Mekiye, da zanîn ku dayika wê nexweşa şekire, lê di girtîgehê de birinc û makarnayê didin û wiha pêl da axaftina xwe: “ Dayika min a ku bi nexweşiya şekir û dil e, gurçika wê jî ya ku hatiye neqilkirin e û çavekî dayika min jî di girtîgehê de kor bûye.Çavê dayika min ji ber tansiyona wê hebû ku nehatiye dermankirin kor bûye. Dayika min bi vî halê xwe nikare li ber şert û mercên girtîgehê debar bike. Ew qas nexweşiyên dayika min hene lê dîsa jî wê bernadin. Herî dawî dayika min li wir birine nexweşxaneyê û bijîşk gotiye ku rewşa wê nebaşe. Ji ber dayika min tirkî nizane dema dibin nexweşxaneyê jî bijîşk zextan lê dikin û dibêjin tu çima tirkî naxivî. Ji xwe ji sedî heştê rapora wê ya nikare li girtîgehê bimîne heye, lê dîsa jî wê di girtîgehê de digirin.”
‘Ger di girtîgehê de bibîne dê rewşa wê xirap tir bibe’
Mekiye, di dawiya axaftina xwe de xwest ku dayika wê di demeke nêz de bê berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger di girtîgehê de bibîne dê rewşa wê xirap tir bibe. Me serî li ÎHD û AÎHM’ê da, lê heta niha tu bersiv nedane me. Îro dewlet bi taybetî li ser jinan êrîş û zordestiyan dike. Ji ber ku îro jin têkoşîneke mezin didin li gel nexweşî û temenê xwe yê mezin di girtîgehan de tên girtin.”
'Bila Meles Tekîn bê berdan'
Herwiha jina bi navê Meles Tekîn(70) a ku di nava civakê de bi navê Melo jî tê nasîn ew beriya 3 salan ji ber tevlî çalakiya mertalên zindî bûye bi îdaya 'propagandaya rêxistinê kiriye' 4 sal û 2 meh ceza lê hatiye birîn û di Girtîgeha Xerpêtê de tê girtin. Meles a ku ji ber temenê wê mezine gellek nexweşiyên wê hene di girtîgehê de rewşa wê nebaşe. Malbata Meles diyar kir ku her diçe rewşa wê girantir dibe û xwest ku di demek nêz de bê berdan.