'Fikrên azad nayê tecrîdkirin'

  • 09:01 30 Cotmeh 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Endama Koordinasyona Kongreya Star Newroz Haşim da zanîn ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dijhiqûqî ye û got:"Fikrên azad nayê tecrîdkirin. Rêber Apo ji bo azadiya jinê û civakê têdikoşe. Divê mirovên ji bo azadiyê têdikoşe azad bin."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herî dawî di 11’ê îlona 2016’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir û ji wê rojê şûnde agahî jê nehat girtin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi parêzeran re, ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha jî bi heyeta Îmraliyê re nikare hevdîtinan pêk bîne. Têkildarî mijarê de Endama Koordinasyona Kongreya Star Newroz Haşim got:"Rêber Apo her dem li dijî zihniyeta desthilatdar û baviksalarî li berxwe da û her dem jiyanek hevbeş û ronî parast."
 
'Ew rêhevalê jinê yê ji dil e'
 
Newrozê bi lêv kir ku Abdullah Ocalan riya rast nîşanî civakê daye û wiha got:"Rêber Apo cudatiyê naxe nav mirovan û ew rêhevalê jinê yê ji dil e. Kesên rêhevalê jinê bin rêhevalê civakê ne jî. Ji bo civak pêş bikeve û desthilatdarî ji holê rabe Rêber Apo têkoşînek mezin da. Ji bo vê yekê jî wî xwest ku jin dîroka xwe û xwe nas bikin. Em her dem deyndarê Rêber Apo ne û em gerek ji bo azadiya wî her dem bi têkoşînek hevpar di nava tevgerê de bin."
 
'Heger Rêber Apo azad nebe dê desthilatdarî bi dawî nebe'
 
Newrozê destnîşan kir ku zextên li ser Abdullah Ocalan zextên li ser civakê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Desthilatdar destkeftiyên jinê yê Rêber Apo diparêze, her dem hedef digirin û bi vê yekê naxwazin ku civak pêş bikeve. Divê em nehêlin ev lîstikana bigihêjin armanca xwe. Fikrên azad nayê tecrîdkirin. Rêber Apo ji bo azadiya jinê û civakê têdikoşe. Divê mirovên ji bo azadiyê têdikoşe azad bin. Rêber Apo her dem li dijî zihniyeta desthilatdar û baviksalarî li berxwe da û her dem jiyanek hevbeş û ronî parast. Divê em hemû kes bi hêviyeke mezin li fikir û têkoşîna Rêber Apo xwedî derkevin û ji bo azadiya wî her dem di nava tevgerên mezin de bin."