ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2018'AN
- 09:00 30 Cotmeh 2018
- Rojev
*Endama Koordinasyona Kongreya Star Newroz Haşim da zanîn ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dijhiqûqî ye û got:"Fikrên azad nayê tecrîdkirin. Rêber Apo ji bo azadiya jinê û civakê têdikoşe. Divê mirovên ji bo azadiyê têdikoşe azad bin." DÎMEN HEYE
*Şagirtên Akademiya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê derbarê tenduristiya civakê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Ji bo em di warê tenduristiye de xizmetek baş ji civakê re bikin em hewl didin. Çimkî tenduristî bingeha jiyanek aram e."DÎMEN HEYE
*Efrîniyên ku ji ser axa xwe hatin koçberkirin û li kantona Şehbayê bi cih bûn, bi hatina demsala zivistanê re jiyana wan dijwartir dibe, lê tevî hemû zehmetiyan berxwedana xwe berdewam dikin.DÎMEN HEYE
*Malbatên girtiyên nexweş ku li girtîgeha Şakranê ya Jinan dimîn diyar kirin ku roj bi roj rewşa tendirûstiya nexweşan ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê xirabtir dibe û banga hestiyariyê kirin. DÎMEN HEYE
* Endama Parlamentoya Kubayê û hîndekar Lazara Borrayo Tolon diyar kir ku jinên şoreşa Kubayê pêk anîn, di avabûna civaka nû de piştgiriyek wan a mezin hebûye û got yekbûna têkoşîna jinên cîhanê ne bê derfet e.DÎMEN HEYE
* Xizmek girtîyê li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê diyar kir ku her tim bi ser koguşa girtiyan de tê girtin û cezayê hucreyê li wan tê birîn û hefteyê du caran serê kesekî satilek ava germ tê dayîn, hewcedariyên wan ên sereke nayên dayîn.
*Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê beriya hilbijartinên herêmî 40 şevneşîn û bereqeyên li Newala Dîkmenê hilweşand. Yaylagul Çali ya nexweşa pençeşêrê ye û xaniyê wê hat hilweşandin bi 3 zarokên xwe yên astengdar re li kolanê man.
DÎMEN HEYE
*Nanê şikave ku bi salane ji aliyê jinên Qerejdaxê ve tê çêkirin, tehmek wê ya cuda heye. Sorê Yilmaz a li gund dijî, diyar kir ku 20 sal e vî nanî çê dike û got tehma herî mezin a nanê şikeva di zerbettê de veşariye.DÎMEN HEYE
*Jinan bertek nîşanî bihayê komirê ku ji ber krîzê zêde bûye, dan û wiha gotin: “Erdogan dibêje krîz tune ye. Lê em ji kûrahî hîs dikin. Em ji bo zivistanê nikarin komirê bikirin. Em ê vê zivistanê hemû bicemidin. Wê li Wanê hemû zarok nexweş bikevin.”DÎMEN HEYE