Ciwanên Kobanê amedekariyên beşdarbûna kongreyê dikin

  • 14:42 29 Cotmeh 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) yê Kobanê amedekariyên beşdarbûna Kongreya Ciwanên Sûriyeyê dikin.
 
Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) civîneke bi amedebûna dehan jinên ciwan û ciwanên Kobanê, Sirînê li navenda xwe li dar xistin. Civîn bi armanca xwendina rêziknameya Tevgera Ciwanên Welatparêz ku wê di kongreya ciwanan a li ser asta Sûriyê de di 9’ê Cotmehê de were li dar xistin, were pêşkêşkirin. YCR civînên xwe hem li Navenda Kobanê hem jî li navçeyên wê li dar dixe. 
 
Civînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê jî endamê rêveberiya YCR’ê Çiya Kobanê da zanîn ku armanca kongreyê avakirina yekîtiya ciwanên Sûriyê ye û got: “Em ê ciwanên xwe bi rêxsitn bikin da ku em bi hêza ciwana şoreşa xwe bi ser bixin. Loma jî girîngiya vê kongreyê zêde ye.”
 
Piştre rêzikname bi zimanê kurdî, erebî hat xwendin û ciwanên amede pêşniyarên xwe kirin.
 
Civîn bi berzkirina diruşmeyên "Bijî hêza ciwanan", "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.