Li Şengalê civîn hat lidarxistin

  • 11:34 29 Cotmeh 2018
  • Rojane
ŞENGAL - Li Serdeşta Çiyayê Şengalê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo Têkoşer Bêrîtan (Gulnaz Karataş) civîn hat lidarxistin. Di civînê de hat ragihandin ku tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan ne hiqûqî ye, divê demildest bi dawî bibe û her wiha soza şopandina Têkoşer Bêrîtan hat dayin. 
 
Li Serdeşta Çiyayê Şengalê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo Têkoşer Bêrîtan (Gulnaz Karataş) civîn ji aliyê gel ve hat lidarxistin. Di civînê de hat gotin ku Abdullah Ocalan sembola azadiyê û aştiyê ye û Têkoşer Bêrîtan jî çavkaniya jiyanek serbixwe û wekhev e.
 
Di civînê de sinevizyona derbarê bîranînên Têkoşer Bêrîtan de hat temaşekirin. 
 
Civîn bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.