'Qeyrana Rojhilata Navîn dê bi netewa demokratîk bi dawî bibe'
- 09:19 29 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan Konferansa Netewa Demokratîk nirxand û got:"Rojhilata Navîn di nava pêvajoyek dîrokî de derbas dibe. Çareserî netewa demokratîk e."
Li Amedê Konferansa "Qeyrana Rojhilata Navîn û Çareseriya Netewa Demokratîk" pêk hat û piştî nirxandinên du rojan bi dawî bû. Du rojan mijarên wekî "Li Rojhilata Navîn Şerên Moderniteyê û encamên wê, Polîtîkaya Hiqûqê ya sîstema tecrîda li Îmraliyê, Çareseriya qeyranê, Jêderkên qirkirinê, û faşîzma ku li Tirkiyeyê tê sazûmankirin" hat nîqaşkirin. Têkildarî konferansa ku du rojan domand Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan nirxandin kir.
'Divê li Rojhilata Navîn çareserî ji qeyranê re bê dîtin'
Ayşeyê wiha got:"Li Rojhilata Navîn sîstemek ku xwe li ser zayendperestiyê, faşîzmê, nijadperestiyê, oldariyê û berjewendiyê bi teşe dike heye. Loma çareserî jî divê li gor vê yekê bê dîtin. Di konferansê de herî zêde dê qeyrana Rojhilata Navîn çawa bi dawî bibe hat nîqaşkirin. Ji bo faşîzm bi rêxistin nebe divê çareseriyên çawa bê dîtin. Li ser vê yekê hat sekinandin."
'Fikrên Birêz Ocalan ji bo Rojhilata Navîn bû hêvî'
Ayşeyê diyar kir ku ji bo çareseriya qeyrana Rojhilata Navîn fikra Netewa Demokratîk girîng e û wiha domand:"Çareseriya qeyrana Rojhilata Navîn Netewa Demokratîk e. Ev sîstema azadiya jinê, azadiya gelan, esas digire. Birêz Ocalan vê sîstemê diparêze lê îro tecrîdek giran li ser wî heye. Fikrên Birêz Ocalan ji bo Rojhilata Navîn bû hêvî. Mînaka vê yekê Rojava ye."
'Li Tirkiyeyê AKP û MHP ne hikumet in'
Ayşeyê herî dawî wiha got:"Li Tirkiyeyê AKP û MHP ne hikumet in. Ew bi dewleta kûr re temenê faşîzmê dirêj dikin. Serîhildana dijî faşîzmê bi rêxistinbûyinê dê pêk were. Hemû komên mualîf dikarin xwe bi rêxistin bikin û li dijî faşîzmê têbikoşin."