Li Sîlopiyê polîtîkaya newekheviyê: Ji bo gundên piştgiriyê didin AKP’ê asfalt
- 09:13 29 Cotmeh 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Riyên gundê Babga û Germgeyê yên li qûntarê çiyayên Cudî ne, newekheviya ku qeyûm dikin navbera gundan, nîşan didin. Gundê Babga ku riya wê xerabe ye, nayê çêkirin. Riya gundê Germge ku gundê parlamenterê AKP’ê jî heta navçeyê hat asfaltkirin.
Sezer Işiktaş ku wek qeyûm tayînê şaredariya Sîlopiyê bû, di nasandinên li ser çapemeniya civakî dike de gotina ‘xizmeta wekhev’ derdixe pêş lê çalakiyên ku dikin jî berovajî vê ne. Riyê gundê Babga û Germge bi awayekî vekirî van polîtîkayan nîşan didin. Riya gundê Germge yê gundê Parlamenterê AKP’ê yê Şirnexê Rizgîn Bîrlîk e hemû hat asfaltkirin û riya gundê Babga jî kevn û xerabe ye.
Riya gundê ku welatiyan ji nû ve şên kir nayê çêkirin
Riya gundê Babga ku di salên 90’î de hatibû şewitandin û niha welatî dîsa lê bicih bûne, xerabe ye û ji bilî wesayîtên giran, tu wesayît nikare biçe. Riya ku bi salane tu xebat lê nehatiye kirin, bi wesayîtên ku tê de derbas dibe jî xesarên mezin çê dike. Bi dehan kes li gund dijîn û tevî serlêdana welatiyan tu tiştek nehatiye kirin.
‘Ker û wesayîta hespan dikare derbas be’
Gundiyan diyar kir ku serjimara wan jî qasî serjimara gundê din e û gotin hûn li riya wan binêrin hûn ê her tiştî bibînin û wiha pê de çû: “Em bi dehan carî çûn. Şaredarî nayê çê nake. Bi salane ev rê wisa ye. Tenê ker û wesayîtên hespan dikarin bi hêsanî derbas bibin.”