‘Mafê tenduristiya girtiyan ji destê wan tên girtin’

  • 09:10 29 Cotmeh 2018
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Endama Lijneya Rêveberiya CÎSST’ê Bêrîvan Korkut, diyar kir ku ji ber zêdebûna hejmara li girtîgehan mafê jiyana hawirek bi tendurist a girtiyan tê astengkirin û sewqkirinên nexweşxaneyan veguheriye îşkenceyê. Berîvanê wiha got: "Jin di dema sewqkirina nexweşxaneyan de zêde di dorê de disekinin. Jin neçar dimîne li cem cendermeyên mêr nexweşiya xwe vebêjin. Dermankirina bi kelepçeyê jî mafê xwegîhandina tenduristiyê asteng dike."
 
Endama Lijneya Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Ceza (CÎSST) Bêrîvan Kortuk diyar kir ku zêdebûna kapasîta girtîgehan rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedike û wiha got: “Kapasîteya girtîgehan zêde bûye. Em niha behsa zêdebûna kapasîteyê dikin. Ev jî mafê jiyana bi tendurist asteng dike. Cihekî wan ê lê razên tune ye. Di alî paqijiyê de pirsgirêkên cidî hene. Her wiha divê serşo, destav, qadên çalakiyê li gorî hejmarê bin.”
 
‘Di sewqkirinan de pirsgirêkên cidî tên jiyîn’
 
Bêrîvanê bi lêv kir ku di mijara derketina revîrê de jî pirsgirêkên cidî hene û wiha pê de çû: “Ji ber zêdebûna hejmara girtiyan carinan hinek girtî 3 mehan nikarin biçin bijîşk. Li revîrê girtî dikevin dorê. Xizmeta ku hekîmê malbatê dide jî kalîteya wê pir kêm e. Pirsgirêka duyem jî sewqkirina nexweşxaneyan e. Ji ber girîngiyê didin dadgehan, di sewqkirinên nexweşxaneyan de pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Bi taybet di demên dawî de girtî di mijara rîngan de pir gilî dikin. Dibêjin ‘bê hewa ye, qirêj e û nikarin xwe tev bidin’.”
 
‘Jin zêdetir di dorê de disekinin’
 
Bêrîvanê destnîşan kir ku li gorî qanûnan li nexweşxaneyan divê ji bo girtiyan odeyek lê dikarin bisekinin û odeyek jî ya razanê ya girtiyan hebe. Berîvanê ev tişt anî ziman: “Lê nexweşxane dema hewce bibîne yek odeyekê vedike. Hejmara mêran ji ya jin û zarokan zêdetir e, li gorî piraniyê odeyê vedikin. Jin jî neçar dimînin di dorê de bisekinin. Li girtîgehan yek ji pirsgirêka herî mezin ev e ku bi kelepçeyê dermankirin e. Bi taybet li girtiyên siyasî ferz dikin. Ji ber vê jî dermankirina wan hatiye nokteya bêderfetiyê. Her wiha girtiyên jin neçar dimînin li ber cendermeyên mêr nexweşiya xwe vebêjin.”
 
Ne tenê pirsgirêka girtiyên siyasî ye 
 
Bêrîvanê daxuyakirin ku ji bo dermankirina bi kelepçe rabe, divê pêngavên cidî bên avêtin û wiha dawî lê anî: “Girtiyên siyasî vê qebûl nakin. Lê ev ne tenê pirsgirêka girtiyên siyasî ye. Cihekî ku girtiyên edlî serî lê bidin tune ye. Ji ber derfetê wan tune ye vê qebûl dikin.”