Xwendekarên Efrînê: Em ê xwe li ser felsefeya Rêber Apo perwerde bikin

  • 09:05 29 Cotmeh 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA- Xwendekarên Herêma Efrînê li Kantona Şehbayê di nav hemû şert û mercên zehmet de li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin. Xwendekaran anî ziman ku ji ber ku fikira Rêber Apo, îrade û  hebuna wane e.
 
Li Kantona Şehbayê di nav hemû şert û mercên zehmet de Xwendekar li ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan xwe perwerde dikin. Di derbarê tecrîda giran li ser Rêber Apo û cezayê disiplînê yê ku heta 6 mehan li  Rêber Apo hat birîn de xwendekarên zimanê kurdî dixwyînin nerînên xwe anîn zimn û êrîş şermezar kirin.
 
Xwendekara bi navê Avrîn Hesen axivî û wiha got:" Piştî hemû êrîşên hovane yên dewleta tirk li Herêma Efrînê ku xwest  fikir û felsefeya Rêber Apo ji me qut bike îro em wek xwendekarên Efrînê xwendina xwe berdewam dikin û li ser Fikira Rêberê Azadiyê Rêber Apo xwe perwerde dikin. Dewleta tirk a dagirker çi bike bila bike wê nikaribe me ji  fikira Rêber Apo qut bike." Avrîn di berdewamiya axaftina xwe de  Tecrîda giran a ku li ser Rêber Apo tê meşandin jî şermezar kir û tekez kir ku wek xwendekarên Efrînê wê heta dawiyê xwe li ser fikira Rêber Apo perwerde bikin, Fikirê Rêber Apo di nav tevahî cîhanê de belav bikin û ji zindana Îmralêyê wî azad bikin.
 
'Têkoşîna Rêber Apo berdewam e'
 
Xwendekara bi navê Rohenî Reşîd jî tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi tundî şermezar kir û ev tişt got:" Rêber Apo ji bo azadiya gelê xwe û bi tayîbet jinan li Îmralê tekoşîna xwe dewam dike.  Em jî wek xwendekarên Efrînê di nav zehmetiyên li ser fikira Rêber Apo fêrî çand û dîroka xwe dibin. Ev bersîvek herî mezin ji dewleta tirk a dagirker re ye. Wneyên em jî li ser firkir û felsefiya Rêber Apo ne."
 
'Dewleta titk herdem êrîşî kurdan dike'
 
Xwndekara bi navê  Hêva Seyd jî ev tişt got:" Dewleta tirk a dagirker her tim dixweze ku Rêber Apo ji me qut bike bi hemû cûreyên hovîtiyê êrîşî kurdan dike û şêwazên li dijî mirovahiyê li ser Rêber Apo dide meşandin. Em wek xwendekar ji Erdogan re dibêjin em li kijan deverê bin em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe pêşve bibin û nas bikin. Em ê îradeya xwe xurit bikin û Rêber Apo azad bikin."
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Cemîle Muhemed jî wiha got:" Piştî ku Erdogan êrîşî Efrînê kir em li Kantona Şehbayê bi cih bûn armanca wî ya sereke jî ew bû ku fikir û feksefeya Rêber Apo ji civakan û ciwanan qut bike, lê bila baş zanibe tevî êrîşên hovane yên ku li ser me hatin kirin jî me dev ji zimanê xwe berneda û em ê dîsa li Navçeyê Ehdes ya Kantona Şehbayê xwe perwerde dikin."