'Reqayê kirasê reş avêt û yê azadî û demokrasiyê li xwe kir'

  • 09:03 29 Cotmeh 2018
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
REQA- Jinên ji bajarê Reqayê 1'emîn salvegera rizgarkirina Reqayê pîroz kirin û dan diyarkirin ku di nava salekê de Reqayê kirasê reş avêt û êdî kirasê azadî û demokrasiyê li xwe kiriye.
 
Bi minasebeta 1'emîn salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê ji Çeteyên DAÎŞ'ê gelê Reqayê, Tebqa, Minbic, herêma Firatê, herêma Cizîrê û Şengalê ev roj bi şahiyeke girseyî pîroz kirin. Jinên ku tevli şahiyê bûn ji ajansa me re axivîn. 
 
'Reqayê çarşefa reş avêt'
 
Jina bi navê Xufran El-Ehmed ji biruya rêxstianê ya Meclîsa Reqa ya sivîl wiha got: "Em îro 1'emîn salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê pîroz dikin. Salek di ser rizgarkirina Reqayê re dibore, di nava vê salê de jinên Reqayê heta astekê azadiya xwe bi dest xistine.  Ya girîng jî ew e ku niha di warê fizîkî de azad in. Ji ber vê jî ev roj ji bo me pîroz e û  îro Reqayê kirasê demokrasiyê li xwe kiriye û çarşefa reş ji xwe avêtiye."
 
'Jin ji zîndanên reş rizgar bûn'
 
Jina bi navê Xod Îsa El-Elî hevseroka desteya parastinê ya Reqayê jî destnîşan kir ku herî zêde ji bo jinên Reqayê roja rizgarkirine bi wate ye û got: "Em vê rojê li tevahî jinên Reqayê pîroz dikin û em vê şahiyê diyarî jinên ku niha di mewziyan de şer dikine û diyarî şervanên di hemleya bagara Cizîrê de û jinên berxwedana serdemê dikin. Weke jinên ji Reqayê ev roj ji bo me pir bi wate ye, ev roj tê wateya rizgariya me ji terora Çeteyên DAÎŞ'ê ku jin xistbûn zîndaneke reş. Çeteyan jinên Reqayê tune kirbûn, jinên heyî jî DAÎŞ'Ê di bazaran de difrotin. Ji bo vê jî ev roj bi taybet ji bo me jin cihekî cuda digre, loma em di vê rojê de spasiya hemû şehîdan û hêzên ku alîkariya me kirin dikin."
 
'Reqa bi jinan rizgar bû û wê wiha jî ava bibe'
 
Feyruz Xelîl endama rêveberiya desteya jin ya Meclîsa Reqayê ya sivîl  jî got ku Reqa bi jinan azadbû û wê bi jinan jî ava bibe û wiha domand: "Şahiya îro rengbûyîna jinên Reqayê dide diyarkirin, ev kombûyîn ji bo me cejneke mezin e ku di riya wê de em dibêjin. Em di vê rojê de peyamê didine ku em jinên Reqayê karê xwe dikine û Reqaya xwe ji nûve ava dikine. Ji bo vê jî sala yekemîn ya rizgarkirina Reqayê mohra jinan lê xuya dike. Çawa ku Reqa bi bêşengiya jinan rizgar bû, wê bi pêşengiya jinan jî ava bibe."
 
'Soza me tunekirina DAIŞ'ê ye'
 
Herî dawî jî Mîtra Çiya şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)'ê wiha got: "Em di destpêkê de vê rojê pîroz dikin û bi taybet jî silaveke germ ji şervanên niha li dijî Çeteyên DAÎŞ'ê şer dikin dişinin. Di vê rojê de û ji qaşo paytexta Çeteyên DAIŞ'ê, soza me ew e ku çawa Reqa bajarê xîlafetê rizgar bû, em ê Dêra Zorê jî di nêz de rizgar bikin. Bi taybet jî çawa ku Reqa û jinên wê bi destên YPJ'ê rizgar bûn, wê jinên Dêra Zorê jî rizgr bibin."