Weqfa Jina Azad ji bo Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê pêk anî

  • 17:38 28 Cotmeh 2018
  • Rojane
KOBANÊ -  Weqfa Jina Azad ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullha Ocalan û ji bo şermezar kirina kirayrên dewleta tirk ên li Efrînê çalakiyeke rûniştinê li dar xist.
 
Bi dehan jinên Kobanê û jinên Enternasyolalîst li qada jina azad kombûn û ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dagirkirina dewleta tirk a li efrînê şermezar bikin di pêşengiya Weqfa Jina Azad de çalakiya rûniştinê li dar xistin. Jinan diruşmên "Jin jiyan azad", "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê' û "Faşîst Erdogan" berz kirin. Her wiha alên Weqfa Jina Azad û rêxstina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan  hildan.
 
di çalakiyê de daxuyanî hat xwendî ji aliyê endama rêveberiya Weqfa Jin  Azad Zozan Misto ve hat xwendin.
Zozanê di destpêkê de kiryarên dewleta tirk ên derbarê tecrîda giran ya li ser rêber PKK'ê Abdullah Ocalan û li ser Efrînê şermezar kirin û wihagot: "Em dibêjin em ê tu carî rêiya ku rêber Apo ji me re nîşan daye bernedin, em ê felsefeya wî ji xwe re bingeh bigrin. Her  wiha ji bo berxwedana Serdemê, heta dawiyê em ê piştgiriyê bidie gelê Efrînê. Em dibêjin Efrîn sembola berxwedanê ye. Yên ku herî zêde di şeran de rastî tundiyê tên jinin. Em jî dibêjin em weke jinên kurd bi taybet jî jinên Efrînê em ê li ber xwe bidin. Dîsa jî em weke jinên Kobanê em piştgiriya xwe ji bo jinên Efrînê û berxwedana wan nîşan didin. Em dibêjin her darek zeytuna Efrînê wê bibe istiriyek û di çavên dijmin re her xwarê."
 
Çalaki bi berzkirina dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Serkeftin ya Efrînê ye" û "Jin jiyan azadî' bi dawî bû.