Li gel 6 Zarokên xwe yên astengdar berxwedanek bê hampe nîşan da
- 16:54 28 Cotmeh 2018
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Jina bi navê Bedriyê Xelîl (56) ya ji Herêma Efrînê Kiryarên dewleta tirk derbarê gelê kurd de qebûl nekir û diyar kir ku di encama kiryarên dewleta tirk de li Herêma Efrînê rojên herî zehmet û zor jiyane."
Di encamê êrîşên dewleta tirk yên li ser Efrînê gelek malbetan rojên dijwar jiyane.Yek ji wan Mlabetan jî Malbeta Bedriyê Xelîl e. Bedriye xelîl xwedî 6 zarokên astengdar e di hemû şert û mercên zehmet de tekoşîna xwe berdewam dike. Di derbarê vê mijarê de ji bo ku em êş û zehmetiya Malbeta Bedriyê ji raya giştî re raghînin me berê xwe da Gundê Babinêş yê Kantona Şehbayê.
Bedriyê Xelîl (56) ji gundê Qstel Cindo yê girêdayî Navçeya Şera li Herêma Efrînê ye,6 zarokên wê yên astengdar hene. Bedriyê li ser êş û zehmetiya ku jiyaye ji me re axivî:" Dema ku min zarokên xwe anîn dinê tu nexweşiya wan tune bû lê belê bi derbasbûna demê re nexweş diketin û ji mêjiyê xwe astengdar dibûn. Vê nexweşiyê li ser zarokê me yê 20 derbas kiriye jî xwe da der."
Li gel zarokên astengdar koçberî
Bedriyê û malbeta xwe ji gundê cindo qestel yê herêma Efrînê ne. Lê piştî ku êrîş li gundê wan hat kirin bi zarokên xwe yên astengdar re berê xwe din gundê Sînka ew jî yê girêdayî Navçeya şera ye. Li gundê Qestelê nêzî salekê man, Bedriyê ji bo ku zarokên xwe xwedî bike mecbur dima ku zarokên xwe li mal bihêle û berê xwe bide bîstanan û kar bike. Ev aramî heta demekê bû, dema ku dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li Herêma Efrînê de pêk anî û svîl armanc giritin. Bediriyê zarokên xwe kom kirin ji bo ku bibe cihek aram."
Bediriyê piştî ku ji gundê Sînka derket bi hin malbetên Gundê Sînnka re berê xwe da Navneda Bajarê Efrînê û di malek bê derî û pencere bi cih bûne ,kêmbûna nan,av û tirsa ku ketiye dilê zarokên wê yên dîn êşek herî mezin ji Malbeta bediriyê re çêkiriye.Tevî hemû êşa ku Bediriyê jiyaye û bi sedan Malbetên din dîsa êrîş û ruxandina dewleta tirk a dagirker li pay wan bû. Di 18'ê adara 2018 an de Bediriyê carek din bi sed hezaran re ji gelê Efrînê berê xwe da Kantona Şehbayê.
Banga hestiyariyê
Bederiye di berdewamiya axafitina xwe de wiha dibêje:" Piştî ku em gihêştin Kantona Şehbayê min zarokên xwe ber bi Gundê Babinês yê Kantona Şehbayê ve birin û em di malek bê tiştek heta bê derî de bi zarokên xwe yên astengdar re bi cih bûm û min gelek zahmetî kişandin."
Di dawiyê de Bediriyê kiryarên hovane yên dewleta tirk ku li ser Efrînê pêk anîn şermezar kir û bangî hemû Rêxistinên mafên mirovan, dewletên navnetewî kir ku êdî bi erk û berpisyariya xwe rabin û zahmetiyên ku malbatên Efrînê dikişînin bibînin.