'Divê êdî dewletên Ewrupa bêdengîya xwe bişkînin'

  • 15:12 28 Cotmeh 2018
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ derbarê  dadgehkirina 44 DAÎŞ'yên di destê QSD’ê de ku hemwelatiyên dewletên Ewrûpa ne de daxwuyanîyeke nivîskî da TAJÊ  di daxuyaniya xwe de bal kişand ser jinên kurd ên êzidî ku hîna di detê DAÎŞ'ê de ne û got ku ne tenê li jinekê divê li hemû jinan xwedî bê derketin.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê  dadgehkirina 44 DAÎŞ'yên di destê QSD’ê de ku hemwelatiyên dewletên Ewrûpa ne de li Şengalê daxwuyanîyeke nivîskî weşand. Her wiha TAJÊ di daxwuyanîya xwe de bal kişand ser xwedî derketina jinên kurd ên  êzîdî ku dîl ketine destê DAÎŞ jî û wiha bang  li hemû hêzên navneteweyî kir: " Em bang li  sazî û dezgehên mafên mirova ku divê bi tenê xwedî li jinekê dernekevin, xwedî lli hemû jinan derkevin û fermana 73'yan weke jenoesîd- qirkirin bê binavkirin. Herwiha ji bo me diyariya herî mezin jî wê dadgehkirina hêzên ku di vê fermanê de cîhê xwe girtine be."
 
Tajê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: 
 
"Di dîroka mirovahîyê de ji hêla hêzên desthilatdar ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine pir caran li ser gelan bi armanca qirkirinê êrîş hatine kirin.  Yên herî zêde ji van êrîşan para xwe girtine jî civaka me ya Ezîdxanê ye. Bi dehan caran ferman bi serê civaka me ya Ezîdxanê de hatiye lê ya herî bi êş jî li dijî  van êrîşan bêdengiya cîhanê ya li dijî van êrîşan e.  Mînaka herî şênber jî  ew e ku cîvaka me ya êzîdî qirkirina herî dawî weke fermana 73 bi nav dike êrîşên çeteyên DAIŞê yên ku di 3'ê Tebaxa 2014 de pêk hatine ye û dîsa li bêdnegiya Ewropayê ya li dijî  ferman  kuştin destavêtin revandina êzidiyan e.
 
Xelatkirina Nadiya ji bo me watedar e
 
Dem bi dem ji bo çavboyaxkirinê li ser  fermana 74'an gelek caran hin niqaş hatine kirin.  Lê em wek jinên êzîdî van nêzîkatîyan pêr kêm û nebes dibînin. Dibe ku Nadya Murad weke sembola jinên êzîdî ên ku ji fermanê xelas bûne dîyariya Nobelê girtibe, ev ji bo me bê guman xwedî wateyeke cûda ye lê derxistina wê ya pêş û vexwendina wê ya qesran nayê wateya ku ji bo hemû jinên êzidî ji hêla navneteweyî ve gavên girîng hatine avêtin. ji bo me ya girîng  ew e ku  hemû dewletên hemwelatîyên wan di nava DAÎŞ'ê de cîh digrin bibin li welatê xwe darizînin û jinên ezîdî div ê dadgehkirinê de cîh bigirin. em daxwuyaniya QSD ê ku ji bona vê mijarê daye gelekî girîng dibînin. 
 
Bi hezaran jinên êzidî di destê DAÎŞ'ê de ne
 
Hîna bi hezaran jinên êzîdî di deste DAÎŞ de ne û di heman demê  bi hezaran yên wenda jî hene. Dîsa hîna jî bi dehan gorên komî hene. Em dixwazin ku ev sucê li hember civaka me êzidiyan hatiye kirin bi awayeke fermî bê lêkolînkirin û bi awayeke herî şênber ên ku ev sûc kirine û alîkarî dane sucdaran bên darezandin. Em dibêjin ku bila Fermana 73'yan weke qirkirina civaka ezîdî bê nas kirin.  Li Şûna ku dewletên ewrûpa ji cîvaka ezîdî û jina ezîdî re derîyê xwe vedîke û berê wan dide Ewrûpa bila ji hemwelatîyên xwe yêN ku ketine nava DAÎŞ re derîyê xwe veke û wan dadgeh bike. Em van nêzîkatiyan baş dizanin. Ev hewldanên guhertina demografya Êzidxanê ne.
 
Armanca me rizgarkirina jinên di destên DAÎŞ'ê de ne
  
Em wek TAJÊ herî dawî dibêjin ku di warê  rizgarkirina jinên me yên êzdidî de me têkoşîneke mezin da. Ji vir û şûnde jî armanca me ya yekemin rizgarkirina van jinên ku dîl ketine destê DAÎŞ  ye. Heta dawî jî em ê li dijî vê  tekoşîna xwe bidin meşandin.