Li dijî avahiya HDP'ê êrîş
- 14:23 28 Cotmeh 2018
- Rojane
MERSİN - Kes an jî kesên nasnameya wan nediyar tabelaya avahiya HDP'ê ya Navçeya Mezîtliyê ya Mêrsînê daxistin û şewitandin.
Kes an jî kesên nasnameya wan nediyar tabelaya avahiya HDP'ê ya Mezîtliya Mersînê daxistin û şewitandin. Kesên ku tabela daxistin û şewitanin ji cihê bûyerê dûr ketin.
Tabelaya avahiyê beriya niha jî hatibû daxistin. Tevî ku polîs timî li dora avahiya navçeyê ne, êrîşên bi vî rengî hîn dewam dikin.