Nefeqe maf e!
- 11:16 28 Cotmeh 2018
- Rojane
ENQERE - Rêveberiya Weqfa Starbûna Jinan a Mor Çati der barê nefeqeyê de pirsên me bersivandin û diyar kirin ku qanûna hatiye rojevê girêdayê polîtîkayên zayendperest ya hikûmetê ye û hat gotin ku nefeqe mafê sereke yê jina ye.
Rêvberiya Wefa Starbûna Jinan a Mor Çati der barê guherîna di xala 175’emîn a Qanûna Medenî de ku mafê jinan hedef digire de nirxandin kir.
* Kî dikare nefeqê bigire?
Li gorî xala 175’emîn a Qanûna Medenî ya Tirk ‘kesê ji ber destberdanê xizan dibin û şert û mercên wan yên debarê tune ne, dikare bêdem nefeqê bixwaze. Ne tenê jin mêr yên rewşa wan ya aborî nebaş jî dikarin nefeqê bigirin.
*Nefeqe bi rastî jî bêdeme gelo?
Na ne bêdem e. Dema jin kar bibîne, rewşa xizaniyê ji holê rabe an jî ji nû ve bizewice nefeqe tê rakirin. Di rewşa ku rewşa aliyan biguhere biryara zêdekirin an jî kêmirina nefeqê jî tê dayîn.
*Jin dikarin li şûna nefeqê xebatê tercih bike?
Jin xebatê red nakin. Ji ber gelek astengî li pêş jiyana xebata jinan ya jin nikarin bixebitin û ger ku bixebitin jî gelek jin hatiniyek baş ya ku jiyana xwe pê bidomînin bi dest naxin.
*Di nefeqê de lêgerîna qusurê çi ye?
Di rewşa heyî de, divê qusura kesên ku nefeqê digire ji aliyê ku nefeqê dide ne zêdetir be. Bi guherîna tê kirin re di rewşa ku qusura wekhev bê dîtin de, tê hedefkirin ku nefeqe neyê dayîn û dem û pereyê tê dayîn diyar dike. Ji ber diyarkirina ku qusur di destê dadger de ye, di rewşa guherîn bê kirin de wê bi pêşdarazên zayendî biryar bên dayîn. Wê ji her dadgehê encamên cuda derkevin û ji bo kesên nefeqeyê heq dike jî mexduriyet bê avakirin.
*Çima em dibêjin ‘dest nedin mafê nefeqa yê jinan’?
Newekhevî jinan di her alî de bê hêz dihêle. Ji ber polîtîkayên piştgiriyê didin jinan tune, jin li malê her cureyê berpirsyariyê digirin ser xwe. Li zarokan dinêrin. Nefeqe ne tiştekî ku ew didin. Nefeqe mafê jina ye.
*nefeqeyên tên dayîn têrî debarê dikin?
Tecrubeyên jinan nîşan didin ku piranî jin nêzî 300 TL nefeqe digirin. Lê hemû nefeqe jî ne wekhevin. Ji aliyê dadger ve tê diyarkirin. Ji ber vê jî nefeqe ji bo ku jin jiyana xwe pê bidomînin têrê nake. Li cihekî wek Tirkiyeyê biryara destberdanê wisa ne hêsan e. Jinên dest ji hevjîn ber didin dibin hedefa êrîşên civakê.
*nefeqa îştîraqa çi ye?
Nefeqa îştîraqa; kesên dest ji hev berdidin û velayeta zarokan bidin kê (dê an jî bav) ji bo lêçûna zarok pereyê tê dayîn e.
Pereyê nefeqeyê li gorî hêza kes tê diyarkirin. Yên hevjînê wan xizan be, piştî destberdanê nikarin nefeqê bigirin. Yên hatinek wan a bi rêk û pêk hebe dikarin nefeqeyê bidin.
*Pirsgirêkên di mijara nefeqê de tên jiyîn çine?
Mêrên nefeqeyê divê bidin, serî li rêbazên wekê ‘maeşa asgarî, xebata derveyî qeydê û hebûna xwe li ser kesên din qeydkirin’ didin. Nefeqeyên ji bo jinan tê dayîn jî wan ji xizaniyê rizgar nake an jî têrî zarokên wan nake. Yên dixwazin nefeqeyê rakin jî ewlehiya jinan bi giştî ji holê radikin û armanc dikin ku wan girêdayê mêran bikin.