Gundiyên gundê wan hatiye dagirkirin: Em gundê xwe nadin
- 09:14 28 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED -Tevî avahiyên bilind yên dora wan, gundiyên Karakoyu di jiyana gund de israr dikin û wiha dibêjin: “Yên di rezîdansan de rudinin, me gundiyan naecibînin. Dibêjin axur wan nerehet dikin. Em ji berê de li vî gundî dijin. Niha jî dijîn. Em gelek kêfxweşin ji gundê xwe. Em tu car ji vir dernakevin.”
Jinên li gundê Karakoyu ya navçeya Peyasa Amedê dijîn, li navenda bajar di berdewamkirina jiyana gund de israr dikin. Karakoyu ku gundekî girêdayê Peyasê bû, li dora wê avahiyên bilind çêbûn û di carekê de ket statuya taxê. Gelê gund diyar dikin ku ew tevî hemû ferzkirinan di jiyan gund de israr dikin. Beşek mezin a Karakoyu bi avahiyan, kafe, mexaze û nanpêjan hatiye dagirkirin. Gundî tevî vê nanê xwe li tenûran dipêjin, sebzeyên xwe jî ji baxçeyên xwe digirin. Gundê ku li du beşan veqetyaye, şaredarî xizmetê nade aliyê jêr û li aliyê ku avahî hene, xizmeta şaredariyê tê kirin. Li Karakoyu ya jêr yek bîdonekî çopê tune û gundiyan diyar kir ku ji bo gel ji wir derbixin şaredarî xizmetê nade wir.
‘Ez jiyana gund bi ya bajar naguherim’
Şemsiye Akkoyun diyar kir ku jiyana gund êdî ne wek berê ye û wiha pê de çû: “Li dora gund avahiyên beton bilind bûne. Ez jiyana gund bi tu derê naguherim. Berê gundê me pir xweş bûn. Niha gundê me kirine tax.”
Jina bi navê Remziye Akkoyun jî ku di jiyana gund de berxwe dide, diyar kir ku ew dest ji jiyana gund bernade û wiha got: “Ev 50 sale em li vî gundî dijîn. Ez ji gundê xwe hez dikim. Ezê li vir jiyana xwe bidomînim.
‘Çi dibe bila bibe ez venaqetim’
Fatma Kaya jî bi lêv kir ku tevî hemû zor û ferzkirinan wê li gundê xwe bimîne û got bajar ji bo wan zehmete.
Ayşe Demîr jî ev tişt anî ziman: “Dîrokek kevn a gundê me heye. Niha rezîdans ligel me çêkirin. Yên li rezîdansan rudinin me naecibînin. Dibêjin axur me nerehet dikin. Em ji berê de li vir dijîn. Niha jî dijîn. Em ji jiyana xwe pir kêfxweşin.”