Selamet Mat:Li nexweşxanê dermanên cuda dan min

  • 09:13 28 Cotmeh 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Selamet Mat ya nexweşa tansiyona hîper e ku li girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê 4 mehan girtî ma û di runiştina yekem de hat tahliyekirin, diyar kir ku ji ber dermanên wê nehatine dayîn ji ser hişê xwe çûye û got: “ez rakirim nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê li şûna dermanên min hinek dermanên din dan. Divê gel van zextan bibîne û li dijî tiştên tên jiyîn bêdeng nemînin.”
 
Selamet Mat ya 56 salî li Cizîrê di 5’ê Tîrmehê de di serdegirtina malan de hat binçavkirin û girtin. Selmat di rojên borî de di runiştina yekem de bi şertÊ kontrola edlî hat tahliyekirin. Selamet ya pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene, zor û zehmetiyên li girtîgehê jiyaye vegot.
 
Selametê bi lêv kir ku 3 rojan di bin çavan de maye û wiha got: “Dema nû çûm gotin ‘tu diçî cem kesên bi alî an ne alî’. Bi tirkî gotin. Min jî got bila bi kurdî bêjin. Bi kurdî gotin. Min jî got ‘we ji kîjan sûcî min girtiye bişînin wir.’ Li ser vê gardiyana jin got ‘siyasî tune li vir, teror heye’. Piştre jî got ‘beraz, şeytan’.”
 
’15 rojan dermanên min nedan’
 
Selametê daxuyakirin ku ji ber dermanên wê nedane rewşa wê giran bûye û ev tişt bi lêv kir: “Min rakirin nexweşxanê. Destekî min bi kelepçe bi nivînê ve girêdan. Destê din jî serûm lêdan. Hîpertansiyonê min heye. Li girtîgehê derman nedan. Min daxwazname nivîsî. Lê daxwazname di dema cejnê de neçûn. 15 rojan dermanên min nedan. Ez ji ser xwe çûm. 4 rojan li nexweşxanê mam.”
 
‘Vê zilmê qebûl nekin’
 
Selametê di dawiya axaftina xwe de ji bo bidawîbûna zextên heyî banga têkoşîna hevpar li her kesî kir û got bila êdî her kes vê rewşê bibîne û got: “Bila zindanan êdî bibînin. Li cem m edu zarokên biçûk jî hebûn. Heta êvarê digiriyan. Pêlîstok nedidan. Ez bang li Kurdan dikim. Bila êdî vê zilmê qebûl nekin.”