'Sîstema perwerdeyê ya Tirkiyeyê li ser pişaftinê hatiye avakirin'

  • 09:01 28 Cotmeh 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Berdevka Yekîtiya Mamosteyan a Bajarê Til Temirê Eyhan Yûnis derbarê sîstema perwerdeyê ya Tirkiyeyê de wiha got:"Sîstema perwerdeyê ya Tirkiyeyê li ser esasên pişaftinê hatiye avakirin. Di pirtûkên ku di mufredata Tirkiyeyê de ye zimanê zayendperest heye û ev yek siberoja zarokan û civakê ber bi xetereyê ve dibe."
 
Bi salan e ku li Tirkiyeyê gelê Kurd ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar dimîne û bi pişaftinek mezin rû bi rû dimîne. Têkildarî mijarê de Berdevka Yekîtiya Mamosteyan a Bajarê Til Temira Kantona Hesekê Eyhan Yûnis anî ziman ku zarokên Kurdan her roj li dibistanê sîstema tirkiyeyê bi polîtîkayên pişaftinê rû bi rû dimînin û got:"Ji ber ku di sîstema tirkiyeyê ya perwerdeyê de zayendperestî heye ev pêşî li îstismara zayendî jî vedike. Divê ev sîstem bê guhertin."
 
'Kurd her dem bi pişaftinê rû bi rû mane'
 
Eyhanê bi lêv kir ku ji bo derûniya zarokan perwerde qonaxek girîng e û wiha got:"Dema ku em li sîstema dewleta tirk dinêrin hem li ser esasên pişaftinê hatiye avakirin û di heman demê de jî di pirtûkên ku di mufredatê de ne jî zayendperestî heye. Ji ber ku di sîstema tirkiyeyê ya perwerdeyê de zayendperestî heye ev pêşî li îstismara zayendî jî vedike. Divê ev sîstem bê guhertin. Kurd li ser axa xwe her dem bi pişaftinê rû bi rû maye û wekî amûrek herî xurt jî perwerde hatiye bikaranînin. Zarokên Kurdan li dibistanên sîstema perwerdeyê ya Tirkiyêyê bi zimanê xwe nikarin perwerdeyê bibînin. Ev yek jî dibe sedema pişaftinê û derûniya zarokan xirab dike. Yên ku dewleta tirk bi rê ve dibin bi salan e ku behsa demokrasiyê dikin lê gelê Kurd ji mafê xwe yê herî rewa bêpar dihêlin. Ev yek ne demokrasî ye. Ji demokrasiyê dûr e."
 
'Rejîma BAAS'ê jî li ser esasên pişaftina gelê Kurd sîstema xwe ava dikir'
 
Eyhanê da zanîn ku ew niha ji bo zarok pêş bikevin di warê perwerdeyê de xebatên xwe berfireh dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Rejîma BAAS'ê jî wekî dewleta tirk li ser esasên pişaftina gelê Kurd sîstema xwe ava dikir. Lê niha berovajî vê yekê em li Rojavayê Kurdistanê perwerdeyek pirzimanî esas digirin. Her zarok dikarin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Em li vir hewl didin ku nifşekî azad civakek bi ehlaq ava bikin. Zarok li vir li ser bingehek rast û dirust tên perwerdekirin. Em hêvî dikin ku ev sîstema me ya pirzimanî û azad ji Tirkiyeyê re jî bibe mînak û yên ku tirkiyeyê bi rêve dibin dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin."