ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2018'AN

  • 09:00 28 Cotmeh 2018
  • Rojev
*Berdevka Yekîtiya Mamosteyan a Bajarê Til Temirê Eyhan Yûnis derbarê sîstema perwerdeyê ya Tirkiyeyê de wiha got:"Sîstema perwerdeyê ya Tirkiyeyê li ser esasên pişaftinê hatiye avakirin. Di pirtûkên ku di mufredata Tirkiyeyê de ye zimanê zayendperest heye û ev yek siberoja zarokan û civakê ber bi xetereyê ve dibe." DÎMEN HEYE
 
*Pişti ku li ser Efrînê êrîş pêk hat, gelek kes  bi darê zorê hatin koçberkirin. Jinên ku ji ber êrîşan ji Efrînê  koçber bûn nerazîbûn nîşanî êrîşan dan û gotin ku ew ê bi berxwedana  Aveste û Arîn Mîrxanan Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.  
DÎMEN HEYE
 
*“Ez fikirim ku em dikarin pirtûkek çîrokan, a ji çîrokên mîlîtarîzm û zayendpestiyê dur, ji bo zarokên neçar mane ji dê û bavê xwe dur mezin bibin, diyarî bikin. Ez ji hemû dostên me yên xwedî hestiyariya civakî ne, pirtûkên çîrokan dixwazim.”JI GIRTÎGEHÊ NAME
 
*Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay nexşerêya jinan a di hilbijartinên herêmî de nirxand û got: “Hilbijartinên herêmî hilbijartinên hesabpirsîna ji qeyûman e. Hilbijartina pirsîna hesabê Dayika Taybet e, jêrzemînên Cizîrê ne. Hesabpirsîna şewata li bazaran e, girtina kepenkan e.” BI DÎMEN
 
*Tevî avahiyên bilind yên dora wan, gundiyên Karakoyu di jiyana gund de israr dikin û wiha dibêjin: “Yên di rezîdansan de rudinin, me gundiyan naecibînin. Dibêjin axur wan nerehet dikin. Em ji berê de li vî gundî dijin. Niha jî dijîn. Em gelek kêfxweşin ji gundê xwe. Em tu car ji vir dernakevin.” BI DÎMEN
 
*Selamet Mat ya nexweşa tansiyona hîper e ku li girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê 4 mehan girtî ma û di runiştina yekem de hat tahliyekirin, diyar kir ku ji ber dermanên wê nehatine dayîn ji ser hişê xwe çûye û got: “ez rakirim nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê li şûna dermanên min hinek dermanên din dan. Divê gel van zextan bibîne û li dijî tiştên tên jiyîn bêdeng nemînin.”
 
* Weqfa Starbûna Jinan a Mor Çati der barê nefeqeyê de pirsên me bersivandin û diyar kir ku qanûna hatiye rojevê girêdayê polîtîkayên zayendperest ya hikûmetê ye û got nefeqe mafê sereke yê jinan e.