Li Zanîngeha Rojava 119 xwendekar mezûn bûn
- 16:01 27 Cotmeh 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Li Zanîngeha Rojavayê Kurdîstanê 119 xwendekar bi pîrozbahiyekê zanîngeh qedandin.
Li Zanîngeha Rojava ya Bajarê Qamişloyê xwendekarên beşa yêkemîn zanîngeh qedandin. Xwendekarên ji beşên Dîrok, beşê Mamosteyên refê, Erdnîgarî, Zanyarî, Fîzîk, bîrkarî, wêje û ziman zaningeh qedandin. Bi tevlîbûna dehan endamên sazî û dezgehên Rêveberiya xweser pîrozbahî hat lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtin bername dest pê kir. Di bernameyê de Hevseroka Desteyê Rêveber a Mecşosa Damezrîner a Federasyona Bakûrê Sûriyeyê Foza Yusif axivî. Fozayê di destpêka axaftina xwe de xwendekarên ku zanîngeh qedandin pîroz kir û wiha axivî:"Bi salane nasname û zimanê me tê qedexekirin û me di dibistanên rejîma BAAS'ê de dixwendin. Lê cara yêkem e ku em bi zimanê xwe perwerdehiyê dibinîn. Divê em ji van derfetan sûd bigirin. Ez bang li hemû ciwanên kurd dikim ku hewl bidin ku perwerdehiyê bi zimanê xwe bibînin. Ez hemû xwendekarên ku zanîngeh qedandin pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim."
Piştî ku ji xwendekaran re gul hatin belavkirin bername bi dawî bû.