Xizmên Windayan: Hîn OHAL dewam dike
- 15:41 27 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - ÊLIH - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan, li Amed û Êlihê bi daxwaza "Bila Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" çalakiyên xwe yi avahiyên Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê berdewam kirin. Di çalakiya Amedê de Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytun, diyar kir ku kesên bi dîrka xwe re neyê rûqayî hev, nê nikaribe aştiya civakî pêş bixe.
Xizmên windayan û Komîsyona windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi daxwaza "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 507’an de li avahiya ÎHD'ê ya Amedê kom bûn. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li salonê Pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" ku wêneyên windayan li ser hebûn vekirin. Xizmên windayan piştî pankarta mezin vekirin, wêneyên xizmên xwe xistin hembêza xwe. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Selçuk Mızrakli û Endama Meclîsa CHP'ê Gamze Pamuk Ateşlî, Serokê CHP'ê yê Amedê, Nunerên Odeya Tabîban û endamên Platforma Şaxan a KESK'ê amade bûn. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, diyar kir ku divê berî her tiştî îktîdar bi rastî û dîroka xwe re bê rûqalî hev û wiha got: "Ji bo hikûmet û dewlet bi rastiya xwe re rû bi rû bimîne me ev çalakî daye destpêkirin. Em wekî parazvanen mafên mirovan diyar dikin ku heta winda bên dîtin û kujer bên darizandin û heqîqet ronî bibe dê aştiya civakî pêş bikeve. Li ser axa me Ewlehiya taybet hatiye ilankirin. Şer bi granî berdewam dike. Mirov her gav tên girtin. Ev yek xizmeta aştiya civaki nake. Hêj OHAL berdewam dike."
Endama Meclîsa CHP'ê Gamze Pamuk Ateşlî jî diyar kir ku hikûmet bi israr bangên Dayikên Şemiyê yên aştiyê nabîne û naxwaze bibîne û wiha got: “Xizmen windayan li cihekî girtî li salona Komeleya Mafên Mirovan daxwazên xwe yên aştiyê tînin ziman. Ev nîşan dike ku her çend OHAL rabûbe jî hêj OHAL berdewam dike. Em wekî partî û parazvanên mafên mirovan dê piştgiriya van mirovan a ku bêdeng daxwazên aştiyê tînin ziman berdewam bikin."
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Adnan Orhan, jî bal kişan ser çîroka Fahrî Balyecî yê di 26'ê Îlona 19967an de li Amedê hat binçavkirin û windakirin. Piştî daxuyaniyê çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
Li Êlihê ji xizmên winayan û komîsyona windayan a ÎHD'ê bi heman armancê di hefteya 413'an de çalakiya xwe li avahiya ÎHD'ê berdewam kirin. Li vir jî heman pankart hat vekirin. Disa li gel wêneyên windayan wêneyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê li Sûra Amedê hat kuştin vekirin. Di çalakiyê de parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, Parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (ÖHP) û xizmên windayan amade bûn. Di çalakiyê de Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Abdurrezak Katmaz, diyar kir ku bi salan e dayik li zaroken xwe yên winda digerin û bi salan e daxwazên dayikan bê bersîv dimîne. Katmaz, anî ziman ku wekî mafên mirovan dixwazin ev daxwazên dayikan demek berî demekê pêk bê û winda bên dîtin û kujer bên darizandin.