Dayika Şemiyê Hatîce Toraman: 27 sal e hêsirê çavên min ziwa nebû

  • 15:30 27 Cotmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya  heftaya 709'an de tevî dopêçkirina polîsan çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya vê hefteyê de li aqubeta Hûseyîn Toraman  hat pirsîn. Dayika Hûseyîn, Hatîce Toraman got:" Hêrsa min xelas nabe û ev 27 sal e hêsirên çavê min ziwa nebû ne." 
 
Dayikên Şemiyê her hefteyê bi dirûşma "Kujer aşkere ne, winda li ku ne?" li qada Galatasarayê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya Dayikên Şemiyê  di hefteya xwe ya 709'emîn de berdewam dike.  Dayikên Şemiyê li ber avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hatin gel hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin rakirin. Ji aliyê polîsan ve destûr nehat dayîn ku Dayîkên Şemiyê li qada Galatasarayê çalakiya xwe pêk bînin. Ji ber vê yekê Dayîkên Aşitiyê li ber avahiya ÎHD'ê daxuyanî da çapemeniyê. Di vê hefteyê de li aqubeta Hûseyîn Toraman ê ku di 27'ê cotmehê de sala  1991'an de hat wendakirin hat pirsîn. 
 
'Hûseyîn ji aliyê torosan ve hat revandin'
 
Daxuyanî ji aliyê Îkbal Eren ve hate xwendin. Îkbalê diyar kir ku li Tirkiyeyê bi tu awayî di derheqê kujeran de de lêpirsîn nehatiye vekirin û got ku 10 hefte ne ew bi awayekî bêhiqûqî tên astengkirin û wiha axivî;" Kesên ku   ev 10 hefte ne li qada Galatasarayê çalakiya me asteng dikin, bi vê biryarê dibe sedema sûcên mezin. Em di vê hefteyê de aqubeta  Hûseyîn Toraman dipirsin. Hûseyîn di 27'ê cotmehê de di sala 1991'an de ji aliyê kesên torosên spî bi kar dianîn ve hate revandin. Bûyer li ber çavên bazirganan û hevjîna Hûseyîn pêk hat. Kesên ku bûn şahidê bûyerê li polîsan geriyan û tiştên ku bi çavên xwe dîtin ji polîsan re vegotin. Polîsan tevî gotin û dîtina bazirganan ji cihê bûyerê bi keyfî vegeriyan. Amîrê qereqolê ji bavê Hûseyîn re got ku Hûseyîn ji aliyê polîsên siyasî ve hatiye binçavkirin û ji ber wê gotin em nikarin tiştek bikin. Bavê Hûseyîn dengê amîrê qereqolê qeyd dike. Pişt re malbat serkarê Emnîyeta Midûryeta Stenbolê Mehmet Agar re hevdîtinê pêk tîne û ji malbatê re dibêje "Kurê we di binçavan de ye, mereq nekin, herin mala xwe" Pişt re bavê Hûseyîn Alî Riza Toraman qeyda dengê amîrê qereqolê bi Wezîrê navxweyî yê wê demê Îsmet Sezgîn re dide guhdarkirin û  Sezgîn dibêje ku "Kurê te ne di bin çavan de ye û lêpirsînek wisa tune ye".  Her  wiha Serokê navxweyî bi wê re jî namîne û  ji dayikê re dibêje "Kurê te di bêrika min de ye ku ez bînim bidim te. Bi vî awayî dosya Hûseyîn girtin û bi hewledanên ÎHD'ê dosya dîsa hat vekirin. Dosyaya Hûseyîn niha hatiye sekinandin."
 
'27 sal in  hêsirên çavên min ziwa nebûn'
 
Dayika Hûseyîn, Hatîce Toraman jî axivî. Hatîceyê bi lêv kir ku ew ji bo ku li aqubeta Hûseyîn bipirse çûye gelek welatan û wiha got:" Dibêjin tiştek wisa heye? Dewlet dê çawa welatiyê xwe wenda bike? Bawer nakin. Min jî bawer nedikir. Ez wisa difikirîm ku tenê ev tişt hatiye serê min. Pişt re me çalakiya rûniştinê pêk anî. Pişt re min dît ku heman bûyer hatiye serê hezaran. Ez bêdeng nebûm û bêdeng nabim. 27 sal in ez bêdeng nemame. Ez çûm derveyî welat, ez li wir jî bêdeng nebûm. Ez çûm 15 welatan û min kirinên Tirkiyeyê yek bi yek ji wan re vegotin. Kezeba me şewitî. Em bêdeng neman û em bêdeng namînin. Hêrsa min bi dawî nebû. 27 sal in hesirên çavên min qet ziwa nebûn. Ez ji we dibêjim, ew 24 salî bû. Mamosteyê dibistana lîseyê bû. Derdê me zarokên me ne. Em dixwazin zarokên xwe bibînin. Bila dewlet ji wî re be. Bila Qesir jî ji wî re be. Tenê em dixwazin agahiyekê ji zarokên xwe bigirin. Kujer bila bên darizandin. "
 
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.