Ji bo têkoşer Bêrîtan li Şengalê civîn hat lidarxistin
- 14:20 27 Cotmeh 2018
- Rojane
Viyan Said/ Delîla Axîn
ŞENGAL - Bi boneya salvegera şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li Şengalê civîn hat lidarxitin. Di civînê de soza şopandina doza Bêrîtanê hat dayin.
Bi boneya salvegera şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li Gundê Daholayê yê Şengalê civîn hat lidarxitin. Di civînê de hat gotin ku Bêrîtanê çavkaniya jiyaneke azad e. Di destpêkê de di civînê de ji bo hemû têkoşerên azadiyê rêz hat girtin. Gelê Şengalê yê ku beşdarî civînê bûn da zanîn ku ew ê li têkoşîna Bêrîtanê xwedî derkevin.
Her wiha di civînê de sineviyona derbarê jiyana Bêrîtanê de hat temaşekirin.