Pervîn Bûldan: Qedera Gelê Kurd ji ya Abdullah Ocalan ne cuda ye
- 13:47 27 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di konferansa "Qeyrana Rojhilata Navîn û Çareseriya Netewa Demokratîk" de axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got:"Qedera Gelê Kurd ji ya Abdullah Ocalan a Abdullah Ocalan jî ji ya Gelê Kurd ne cuda ye."
Bi banga komek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran konferansa "Qeyrana Rojhilata Navîn û Çareseriya Netewa Demokratîk" li Eywana Konferansê ya Otela Demirê hat lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Bedran Ozturk, Hevserokên Kongreya Demokratîk a Gelan Gulistan Kiliç Koçyigit û Onur Hamzaoglu, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Parlamenterên HDP'ê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Aktivistên Kovara Jîneolojiyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgit û gelek endamên saziyên siyasî, ekolojî û civaka sîvîl beşdarî komxebatê bûn.
Axaftina destpêkê ji aliyê Pervîn Bûldan ve hat kirin. Pervînê got:"Rojhilata Navîn cihê şaristaniya mirovan e. Li ser Rojhilata Navîn gelek lîstik tên lîstin û tê xwestin ku gelên li vir ji hev dûr bikevin. Tirkiye jî di Rojhilata Navîn de ketiye nav tengasiyek mezin. Li vê herêmê bi taybet jî êrîşên mezin li ser Gelê Kurd heye. Lê tevî hemû zordestiyan gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe ya bi rûmet bernedaye."
'Yekîtiya gelê Kurd girîng e'
Pervînê bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û got:"Yekîtiya gelê Kurd gelek girîng e. Divê em nîqaş bikin ku Kurd çima li dijî hêzên hegemonîk nayên gel hev û nabin yek. Ev yek jî dê dîsa bi perspektîfên Birêz Abdullah Ocalan pêk were. Heta ku tecrîda li Îmraliyê ranebe dê aştî pêk neyê."
'Konferans dê bibe hêvî'
Pervînê anî ziman ku dê konferans ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn bibe hêvî û wiha dewam kir:"Divê tecrîda giran a li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û ew jî bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibe."
Piştî axaftina Pervînê konferans ji çapemeniyê re bi awayekî girtî berdewam kir. Dê di konferansê de îro mijarên "Li Rojhilata Navîn Şerên Modernîteyê û Encamên Wê", "Polemîka Hiqûqî ya Sistema Tecrîda Îmraliyê" bê nîqaşkirin.