'Heya rizgarkirina Efrînê dê berxwedana me bidome'
- 09:05 27 Cotmeh 2018
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Piştî ku li ser Efrînê êrîş pêk hat bi hezaran malbat bi darê zorê hatine koçberkirin. Jina bi navê Fewziye Bekîr a ku bû şahida êrîşên li ser Efrînê ew roj vegotin.
Piştî êrîşên ser Efrînê bi hezaran malbat bi darê zorê hatine koçberkirin û gelek jê bi zilmê re rûbirû man. Jina bi navê Fewziye Bekîr a ku ji bajarê Minbicê ye êrîş û hovitiyên li Efrînê hatine kirin vegot. Fewziyeyê diyar kir ku hikûmeta tirk û hevkarên wê bi hemû hêza xwe êrîş li Efrînê kir û got ku li hemberî zilmê berxwedaneke bêhempa hate dayîn.
'Malbat bi darê zorê hatin koçberkirin'
Fewziyeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji gelên Efrînê re zilm hate ferzkirin û wiha vegot:" Em li navçeya Cindirêsê ya Efrînê dijiyan. Rewşa me ya aborî nebaş bû, lê aramiya me hebû. Aborî ji me re nedibû zehmetî, ji ber ku aramî û kêfxweşî hebû. Ji ber ku rewşa hevjînê min a tendûrîstî nebaş bû û ji ber ku nikarîbû pêdiviyên malê û zarokan pêk bîne, ez ji serê sibehê heya êvaran nav baxçeyên zeytûnan de dixebitîm. Bi xebata nav baxçeyên zeytûnan min debara malê dikir. Pişt re dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrîşî ser Efrînê kir û gel neçar hişt. Gelek malbat bi darê zorê hatine koçberkirin."
'Qasî 20 rojan ez bi zarokên xwe re tî û birçî di riyan de bûm'
Fewziyayê da zanîn ku li Efrînê wekheviya gelan pêşketi bû û got ku armanca êrîşa ser Efrînê tunekirina yekitiyê bû û wiha domand:"Ji erd û asîman em dihatine bombebarankirin. Bi çek û balafirên herî giran êrîş dikirin. Gelek kes ji ber vê zilm û zordariyê reviyan. Gava ku êrîşî ser Cindirisê kirin hevjînê min ne li malê bû. Ez jî mecbûr mam ku zarokên xwe bibim ciheke ewle. Qasî 20 rojan ez û zarokên xwe tî û birçî di riyan de bûn. Em ji navçeyê derketin û min zarokên xwe gihandin Efrînê. Pişt re li navendê em bi malbateke ku min nas nedikir ez li gel zarokên xwe mehekê bi wan re mam."
'Ji ber dengê balafiran û êrîşan xew nediket çavên zarokan'
Fewziyeyê da zanîn ku malbatên ku ji navçeya Cindirêsê derdiketin derbasî Efrînê dibûn û got ku ji ber êrîşan xew nedikete çavên zarokên wê û wiha got:" Hikûmeta tirk li gel hevkarên xwe şev û roj êrîşî me dikir. Ji ber dengê balafiran û êrîşan xew nedikete çavên zarokan. Min tu agahî ji hevjînê xwe nesitand. Ez ketime hewledaneke mezin ku ez hevjînê xwe bibinîm, mirî ye yan sax e ez nizan im. Piştî ez bi rê ketim şûnde erebeyek li min sekinî, ez û zarokên min gihandin Dêr Cimêlêyê. Piştî ku ez li Kantona Şehbayê bi cih bûm û piştî demeke dirêj şûnde telefonek ji hevjînê min hat û di telefonê de gotin ku hevjînê te bi balafirê jiyana xwe ji dest daye lê min bawer nekir. Ez bawer nakim."
'Gelê Efrînê zilm qebûl nekir û li dijî zilmê serî hilda'
Fewziyeyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê Efrînê li hemberî desthilatdariyê têdikoşe û wiha dawî li axaftina xwe anî;" Li hemberî êrîşan berxwedana Cindirêsê 58 rojan berdewam kir. Gelê Efrînê zilm qebûl nekir û li dijî zilmê serî hilda. Ji xeynî berxwedanê çare tune bû. Em ê destûr nedin ku desthilatdar xaka me dagir bikin. Heya dawiyê em ê berxwe bidin. Ez niha li Kampa kantona Şehbayê dijîm. Em ê Efrînê rizgar bikin û careke din vegerin ser axa xwe. Her kurdek ji rizgarkirina Efrînê berpirsyar e. Em tu car dev ji berxwedanê bernedin û heya em Efrînê rizgar dikin, dê berxwedana me bidome."