Jinên karmend amadekariyên avakirina Meclîsa Jinan dikin
- 16:46 26 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED-Endamên DTSO'yê yên jin ji bo ku Meclîsa jinan ava bikin dest bi amadekariyan kirine. Di civîna ku ji aliyê jinên karmend ve hat lidarxistin de Rêziknameya Meclîsa Jinan hat nîqaşkirin. Di civînê de jinan diyar kir ku ew bi avakirina Meclîsa jinan bi kelecan û bextewar in.
'Divê em tevgara jinan xurt bikin'
Endamên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ji bo ku balê bikşînin ser girîngiya Meclîsa Jinan li avahiya DTSO'yê civîn li dar xistin. Gelek jinên karmend tevlî civînê bûn. Ji aliyê jinan ve li ser Rêziknameya Meclîsa Jinan nirxandin hat kirin. Di civînê de endama komiteyê Nevîn Îl axivi. Nevînê anî ziman ku ew bi lidarxistina civîna jinan pir kêxweş bûye û wiha got:" Bajarê me dê di qada bazirganî û pêşesaziyê de avakirina Meclîsên jinan bidomîne. Divê jin li hemberî polîtikayên tunehesibandinê têkoşîna azadiyê û tevgera jinan xurt bikin.
'Pêdivî bi Meclîsa Jinan heye'
Nevînê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirîkên ku jin di qadên kar de dikşinin û wiha axivi;" Li gel avakirina Meclîsa jinan li hemberî tundiya civakî û pirsgirîkên pergalê rêziknameya Meclîsê dê bibe formûleke nû û ev ji bo me gelek girîng e. Pêdivî bi Meclîsa Jinan heye. Divê em piştgiriyê bidin meclîsa jinan. Ev meclîs ji bo ku jinan di her qadê de bi hêz û rêxistin bike, hatiye avakirin. Bi vê minesebetê em bang li hemû jinên karmend dikin ku di nav vê meclisê de cih bigirin."
Civîna jinan bi nirxandin û axaftinan bi dawî bû.