Heyeta ku xwest li ser hewza siyanûrê lêkolînê bike hat astengkirin
- 15:25 26 Cotmeh 2018
- Rojane
MÊRDÎN – Heyeta ku ji Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay û Hevberdekê HDK’ê Onur Hamzaoglu pêk hat xwestin li gundê Şemika yê ku hewza siyanûrê tê çêkirin lêkolînan bikin. Lê heyet ji aliyê xwediyê fabrîqayê ve hat astengkirin.
Heyata ku ji Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê Ebru Gunay, Hevberdekê Kongreya Demokratîk a Gelan(HDK) Onur Hamzaoğlu, Seroka Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Derya Etem, Serokê Odeya Bişîjkan a Amedê Şerîf Demîr, Ekolojîst Abdulvahap İrmak, Hevserokên HDP’ê yên Mêrdînê pêk hat, ji bo ku derbarê Şîrketa Etî Bakir A.Ş. ku girêdayî Cengîz Holdîngê û hilberîna gubreyên fosfatê dike, dixwaze Tesîsên Entegre yên Gubre ava bike û piştre jî dixwaze ya bidestxistina Metalên Etî Bakir ku lêgerîna wê bi siyanûrê tê kirin ava bike çûn gundê Şemika yê Şemraxa Mêrdînê.
'Ji ber bêhnê em nikarin derbikevîn'
Heyet di serî de bi keyayê gund Mehmet Hadî Araç re hevdîtin kir û di derbarê hewza siyanûra ku tê çêkirin de agahî girt. Keya Mehmet, derbarê hewza siyanûrê de agahî dan heyetê û ev tişt got: “Ji ber hewza siyanûra ku tê çekirin ji her derê bîhna jahrê tê û ji ber bêhnê jî em nikarin derbikevin derve. Êvaran jî ji ber dengê makîneyên dixebitin em nikarin rakevin.”
Heyeta ku ji bo lêkolîna çûye gund jî diyar kir ku ji bo xwedî agahiyên dewlemend bibin pêwîste xebateke baş bikin û ev tişt hat gotin: “Ji bo ku dengê we bê bihîstin tişta pêwist em ê bikin. Niha divê em derbarê rêbazan de bixebitin. Em ê herdem li cem we bin.”
Piştre heyetê xwest ku biçe cihê hewza siyanûrê lê tê çêkirin lêkolînan bike û mînaka avê bigire ji bo ku test bikin. Lê heyet ji aliyê Serokê Fabrîkayê ve hat astengkirin û destûr nehat dayîn ku heyet lêkolînê bike.